KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
MÎT çîpê dixîne nava cil û bergan
Malbata welatparêzek Kurd ku penaberê siyasî ye û li Başûrê Kurdistanê bicih bûye, ji Bakurê Kurdistanê cil û berg dişîne jêre. Derket holê ku MÎT’ê GPS (amûra şopandinê) xistiye nava cil û bergên wî. -
HPG: Artêşa Tirk êrîşeke dagirker da destpêkirin
Artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên Zap û Metînayê yên ku zivistanî jê vekişiyabû êrîşeke dagirker da destpêkirin. Êrîşa dagirker bi teknîka zêde û hevkariya PDK’ê didome. Gerîla bi çalakiyên xurt bersivê dide êrîşan. -
PDK’ê rojnamevan Umêd Beroşkî revand
Piştî rûniştina ku rojnamevan Şêrwan Şêrwanî lê dihat darizandin, rojnamevan Umêd Beroşkî yê ku Mesrûr Barzanî rexne kiribû, ji aliyê PDK’ê hate revandin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Mexmûrê dest bi çalakiya nobetê hat kirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya nobetê hat kirin. -
Herêmên Parastinê yên Medyaye tên bombekirin
Zap, Avaşîn û Metîna, li gor dema herêmê ji saet 20.44’an ve bi balafirên şer tên bombekirin. Hat zanîn ku Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ku herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl e, 34 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin. -
Berdana Sînan Sutpak ê 30 sal in girtî ye dîsa hat taloqkirin
Berdana girtiyê siyasî Sînan Sutpak ê ku 30 sal û 3 meh in girtî ye cara duyemîn ji bo 3 mehan hat taloqkirin. -
Partiyên siyasî serdana malbata Dag û Er kirin
Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Gelê Kurdistanê li Hewlêrê serdana malbatên Abdurrahman Er û Mazlûm Dag kir û xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. -
Dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwanî birî
Dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê girtîgehê da girtiyê bi navê Şêrwan Şêrwanî ku di doza Behdînanê de dihate darizandin. -
Şêx Abdurrahîm û 17 şervanên Kurd
Birayê Şêx Saîd ê biçûk Şêx Abdurrahim di 20'ê Tîrmeha 1937'an de bi 17 şervanan li herêma Binxetê ji bo tevlî berxwedana Dêrsimê bibe, bi rê dikeve. Li Deşta Bismilê giliyê wan tê kirin û tên şewitandin. -
Salvegera Şoreşa Rojava li Mexmûrê hat pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek hat lidarixistin. -
KCK: Rêya watedar a xwedî derketina li şehîdên Pirsûsê, xwedî derketina li Şoreşa Rojava ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku 33 ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî yên li Pirsûsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û got: “Rêya watedara a xwedî derketina li şehîdên Pirsûsê û kevneşopiya têkoşîna sosyalîst, xwedî derketina li Şoreşa Rojava ye.” -
Ji xeynî PDK’ê 13 partî kom bûn û ji bo hilbijartinê tifaqek ava kirin
Li Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku herêmên bi nakok in, ji xeynî PDK’ê 13 partî ji bo hilbijartinê tifaqek ava kirin. -
'Heta girtiyên nexweş bên berdan em ê têkoşînê bidomînin'
Rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî serdana Mehmet Emîn Ozkan kirin û gotin: “Heta girtiyên nexweş bên berdan em ê têkoşînê bidomînin.” -
KNK: 11 saliya Şoreşa Rojava pîroz be!
KNK’ê bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û 11 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir. -
HPG’ê eşkere kir ku li Botanê gerîlayek şehîd bûye
HPG’ê eşkere kir ku gerîlayê bi navê Ahmet Taner (Argeş Koçer) dema ku roja 17’ê Hezîranê xwest çemê Dîcleyê derbas bike, ber avê de çû û şehîd bû. -
1’emîn Konferansa PKK'ê ya ciwanan hat lidarxistin
Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn bi şîara "Em bi ruhê Apoyî xwe nû bikin, di şerê azadiyê de bi ser bikevin" 1’emîn Konferansa PKK'ê ya ciwanan li dar xistine. -
Cerdevanan dest danîn ser milkên Êzidiyan
Malbatên Ezidî ku milkê wan li gundê Zeyra yê Wêranşarê heye, diyar kir ku malbata Karacadag ku ji eşîra Şêxan e êrîşê wan dike û gefa kuştinê li wan dixwe. -
Malbata Dag û Er çûn serdana Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê
Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên girtî û di greva birçîbûnê de, çûn serdana Hizba Zehmetêkaşn a Kurdistanê. -
Mehmet Emîn Ozkan: Dewleta Tirk nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku îro hat berdan got: “Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Hevalên me li wir têkoşîneke mezin didin. Dewleta Tirk çi kiribe jî nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire.” -
Tê xwestin ku zeviyên Bedlîsê werin valakirin
Êrîş û dorpêça leşkerî ya li ser gundên Xîzana Bedlîsê didome. Dewleta Tirk a ku pêşî “qedexeya derketina derve” îlan kir, niha jî 10 gund weke “herêma ewlekariya taybet” îlan kir. -
Balafira bêmirov a dewleta Tirk ket
Balafira bêmirov a dewleta Tirk li nêzî gundê Zurgan a ser bi bajaroka Sengeserê ket xwarê. -
HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armanca bilind a şehîdên xwe bi cih bînin.” -
Fermandara pêşeng a artêşa jiyana azad: Sila Faraşîn
Di dîroka şerên li cîhanê de tenê artêşek heye ku ji bo hemû mirovahiyê şer dike, ew jî artêşa jiyana azad a Rêber Apo ye. Şehîd Sila Faraşîn di vê artêşê de bû yek ji qehremana pêşeng. -
Parlementerên Bêdlîsê serdana Xîzanê kirin
Parlementerên Bêdlîsê serdana navçeya Xîzanê kirin ku wekî “Herêma Ewlekariya Taybet” hat ragihandin. Parlementer Huseyîn Olan diyar kir herêm bi rojan e tê topbarankirin û got armanc valakirina gundan e. -
Cenazeyê Şehîd Batal piştî 30 salan hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê PKK’ê Hamît Îlbaş ê sala 1994’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şehîd bibû, piştî 30 salan ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin û li Goristana Mem û Zîn veşartin.