MÎT çîpê dixîne nava cil û bergan

Malbata welatparêzek Kurd ku penaberê siyasî ye û li Başûrê Kurdistanê bicih bûye, ji Bakurê Kurdistanê cil û berg dişîne jêre. Derket holê ku MÎT’ê GPS (amûra şopandinê) xistiye nava cil û bergên wî.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistan û welatparêzên Kurd bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigre, vê carê bi şêwazên cûda berê xwe dide welatparêzên Kurd. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê heya niha gelek welatparêzên Kurd ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin. Welatparêzên ku sîxûriya wan qebûl nakin, dibin hedefa dewleta Tirk.

MÎT’ê vê carê dijî welatparêzên Kurd şêwazek din yê êrîşê bikartîne. Derket holê ku MÎT’ê GPS (amûra şopandinê) xistiye nav pantalonê welatparêzek Kurd.

Welatparêzek Kurd ê xelkê Bakurê Kurdistanê ku ji ber rewşa xwe ya siyasî li Başûrê Kurdistanê bicih bûye û nexwest navê xwe bide, ji ajansa RojNews re axivî.

Welatparêzê Kurd got ku wî ji malbata xwe ya li Bakurê Kurdistanê hinek cil û berg xwestibû, malbat jî bi rêya malperek peywendiyan ya Tirkiyeyê, ya bi rêya online cil û berg kiriye û got: “Dema cil û berg gihitş destê min, GPS (amûra şopandinê) di nav de derket.

Malbata min ji bazara online (Trendyol) ku malperek bi nav û deng ya bazirganiya online ya Tirkiyeyê ye û dibin çavdêriya dewletê deye, cil û bergên min kiriye. Lê dema cil digihin destê min, dema min pantolon vekir, destê min bi tiştek hişk dikeve. Dema min vekir lê dinêrim ku GPS’yek xistine nava pantolon re.”