Fermandara pêşeng a artêşa jiyana azad: Sila Faraşîn

Di dîroka şerên li cîhanê de tenê artêşek heye ku ji bo hemû mirovahiyê şer dike, ew jî artêşa jiyana azad a Rêber Apo ye. Şehîd Sila Faraşîn di vê artêşê de bû yek ji qehremana pêşeng.

Sila Faraşîn (Hamdiye Tekbûdak) li gundê Xaviştan ê navçeya Şaxê ya Wanê, di malbat û derdoreke welatparêz a dilsozê kok û çanda xwe de hatiye dinê. Sila Faraşîn ku di malbat û derdoreke ku berdêla welat û azadiya xwe dide de ji dayik bû, di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Sila Faraşîn ku her roj eleqe û hezkirina wê ya ji bo gerîla zêde dibe, di sala 2010'an de firsenda pêkanîna xeyala xwe dibîne û li Botanê tevlî tevgera azadiyê dibe. Sila Faraşîn a ku li Botanê dest bi meşa xwe ya dirêj a azadiyê kir, di jiyana gerîla de ji têkiliyên hevaltiyê yên li ser hezkirin û rêzgirtinê bandor dibe û di tevahiya jiyana xwe de van têkiliyên hevaltiyê ji xwe re dike esas.

Berevajî rola ku civak dide jinê û şêwazê jiyanê li ser wê dide ferzkirin, ew  PKK’ê dibîne ku jin hema bibêje xwe ji nû ve diafirînin, ji bo layiqî vê jiyanê be biryarê dide ku di her warî de xwe bi pêş ve bibe. Sila Faraşîn zû hînî jiyana gerîlatiyê dibe û asteke xurt a leşkerî bi dest dixe.

Sila Faraşîn fêm dike ku ji bo gerîlatiya profesyonel pêşveçûna di asta leşkerî de wê kêm be û ji ber vê bala xwe dide ser pêşveçûna di warê îdeolojîk. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de beşdarî perwerdeyên Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan bû. Sila Faraşîn bi perwerdehiya ku stendiye, bêtir li ser xeta jina azad kûr dibe, piştî temambûna pêvajoya perwerdehiyê dibe gerîlayeke profesyonel a YJA Starê.

TEVLÎ GELEK ÇALAKIYÊN XURT DIBE

Li her welatekî gelek artêşên leşkerî hene. Hemû jî çekdar û şer dikin. Lê di dîroka hemû şeran de tenê artêşek heye ku ji bo tevahî mirovahiyê têdikoşe, ew jî artêşa jiyana azad a Rêber Apo ye. Dema ku her kes ji bo alekê, neteweyekê û gelekî têdikoşe, PKK ji bo gelên cîhanê têdikoşe. Ev taybetmendiya PKK’ê bandorek pir xurt li Sila Faraşîn dike. Ji bo wê, jiyan ne tenê bêhnstendin e. Ji bo Sila Faraşîn jiyan tê wateya rûmet, azadî, hevaltiya rastîn û aştî. Mîna hemû kadroyên Tevgera Azadiyê, Sila Faraşîn jî di hilbijartina peyvan de ji bo vegotina hevaltiya di nav PKK’ê  de zehmetiyê dikşîne û bi kurtasî wisa dibêje ‘Hevrêyên min ên mezin.’ Sila Faraşîn bi tevlîbûna xwe ya xurt û pêşeng a jiyanê, li her qadên ku tê de cih digire, bi xurtî piştgiriyê dide pêşketina leşkerî û bîrdozî ya hevrêyên xwe.

Sila Faraşîn ku di xeta jina azad de tawîzê nade û ji bo pêkanîna prensîbên xwe di nava têkoşînê de bû, li ser qadan dibe fermandareke YJA Starê ya li ser şopa xeta Zîlanê û diçe qada Botanê. Sila Faraşîn di salên xwe yên dirêj ên li Botanê de hema bibêje li hemû qadan pratîk kir, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin de rola pêşeng lîst.

Şîla Faraşîn ku di qada Botanê de fermandara tîmên gerok ên YJA Starê kir, bi helwesta xwe ya di şer û jiyanê de bû yek ji nûnerên herî diyar ên jinên leheng ên Botanê. Bi moral û motîvasyoneke mezin beşdarî her pêngavê bû. Di 21’ê Çileya 2023’an de tevî 4 hevrêyên xwe yên di bin fermandariya Rojbîn Dêrsim de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Bestayê berxwedanek bê eman nîşan da. Sila Faraşîn hevalên wê di 22’ê Çileyê de bi sûîkastê li kontrayê bi navê Nîmet Encu dan û derbên giran li dijmin dan. Sila Faraşîn heta nefesa xwe ya dawîn li hemberî dijminê dagirker şer kir û tevî Rojbîn Dêrsim, Delîla Goyî, Nûda Arîn û Dîrok Serhed di 22’ê Çileyê de tevlî karwanên şehîdan bûn.