HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armanca bilind a şehîdên xwe bi cih bînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, ev daxuyanî da:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îradeyeke ku di dîrokê de kêm tê dîtin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û pêkanîna polîtîkaya wê ya qirkirinê ya li ser gelê me, têdikoşe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi ruhê fedayî yê Apoyî, îradeya bênavber û lehengiyeke mezin li hemberî êrîşên dagirkeran ên bi her cure bombeyên qedexe û teknîka şer têdikoşe. Gerîlayên me tu carî ji berdêldanê nereviyane. Hevrêyên me Ozgur Ronî, Armanc Cemre, Avesta Sîpan û Engîn Tolhildan ku bi vê hişmendî, hest û baweriya serketinê têkoşiyan, di êrîşa dijmin a 17’ê Tîrmeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Em hevrêyên xwe Ozgur, Armanc, Avesta û Engîn ên ku zarokên herî hêja yên gelê me ne, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin, malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yên welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca bilind a şehîdên xwe pêk bînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Ozgur Ronî

  Nav û paşnav: Ozgur Alpaslan

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav:Kûdret - Mûzaffer

  Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên  Medyayê

 

  Nasnav: Armanc Cemre

  Nav û paşnav: Fatoş Zûgûrlî

  Cihê jidayikbûnê: Duzce

  Navê dê û bav: Netîce - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên  Medyayê

 

  Nasnav: Avesta Sîpan  

  Nav û paşnav: Derya Altintaş

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Perîhan - Cevdet

  Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên  Medyayê

 

  Nasnav: Engîn Tolhildan

  Nav û paşnav: Huseyîn Bagci

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Fatma  - Şehmûs

 Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên  Medyayê

OZGUR RONÎ

Hevrêyê me Ozgur li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrêyê me ku ji eşîreta Milanê ye, bi berxwedan û destanên kevneşopiya eşîretê mezin bûye. Hevrêyê me heta Amadeyî li navçeya Qelqeliyê dixwend û piştre di encama polîtîkayên bişaftinê yên dijmin de, neçar maye koçî Stenbolê bike. Ji bo ku tevlêkariyê li aboriya malbatê bike, di nava karên cur be cur de xebitî ye. Hevrêyê me her tim li hemberî derdora xwe û jiyanê bi hestiyar bû û di demekî kurt de fêm kir ku di karên ku dixebite de keda wî ji aliyê sîstema heyî ve tê mêtingehkirin. Li dijî jiyana koletiyê ku dijmin ferz kiriye, her tim ketiye nava lêpirsîn û lêgerînê. Hevrêyê me ku piştî demekê di nava xebatên ciwanan de bi awayekî aktîf cih digire, hingî ku îdeolojiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê nas dike, li hemberî jiyanê bûye xwedî sekneke bi zane û bi hêman.

Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, bi rengekî aktîf bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk gel û ciwan rêxistin kiriye. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî pêk aniye. Hevrêyê me Ozgur sala 2007’an şahidî ji gelek serhildan û çalakiyan re kiriye ku li dijî êşkence û êrîşên îmhayê yên li hemberî Rêber Apo tên kirin, pêk hatibûn. Hevrêyê me Ozgur jî di van çalakiyan de berpirsyariyên xwe pêk aniye. Tevlîbûna xwe ya heyî bes nedîtiye. Biryar da ku li dijî tecrîd û êşkenceya li hemberî Rêber Apo tê kirin û li dijî êrîşên qirkirin û îmhayê yên li ser Kurdistanê, têkoşîna xwe mezin bike. Sala 2009’an ji Stenbolê ket rê û tevlî nava refên gerîla bû.

Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn qedand û bi rengekî aktîf tevlî jiyana gerîla bû. Tecrubeyên ku di pratîkê de jiyan kirî bi hevrêyên xwe re parve kir û li ser vî esasî hewl daye ku xwe û hevrêyên xwe perwerde bike. Hevrêyê me Ozgur demek dirêj li Zagrosan pratîkê dimeşîne û li vê qadê weke îdelojîk û rêxistinî timî xwe perwerde kiriye. Li Zagrosan di bin fermandariya fermandarên me yên nemir ên mîna Reşîd Serdar û Çîçek Kûrtalan, di gerîlatiyê de xwe pêş xistiye. Di vê pêvajoyê de gelek çalakî hatin kirin ku derbeyên giran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de di refên herî pêş de cih girt û bêyî tirs bi ser dagirkeran de çû. Bi aliyên xwe yên bi wêrek û atîk bûye xwedî pratîkek serkeftî. Di êrîşa ku dewleta Tirk a qirker sala 2011’an li qada Geliyê Tiyarê bi çekên kîmyewî pêk anî de, 36 hevrêyên me şehîd bûn. Hevrêyê me Ozgur bû şahiyê wê komkujiyê. Her kêliya têkoşîna xwe ji bo tolhildana şehîdên me, bi lêhêrbûnê derbas kiriye. Hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran timî zêde kiriye. Hevrêyê me diyar kir ku ji her tiştê zêdetir dilsozê jiyana gerîla ye û di her qada jiyanê de bi rengekî fedayî tevlî bûye. Di nava seknekî de bû ku bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me de. Ketiye nava wê lêgerînê ji bo ku tola hevrêyên xwe bistîne, çawa bi rengekî bi bandor li dagirkeran bixe.

Dema li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser wezîfeya xwe bû di êrîşa dagirkeran de bi giranî birîndar bûye. Piştî demekê tedawî dît, bi pêşniyara ku car din tevlî xebatên qadên pratîk bibe derbasî qada Zagrosê bû. Ji Zap heta Avaşîn û Xakurkê, li Zagrosan ku berê pratîk lê meşandiye, bûye xwediyê têkoşîneke bê hempa. Piştî birîndarbûnê tevî ku di xebatên pratîk de bi fîzîkî zehmetî dikişand, ev zehmetî ji xwe re nekir asteng. Bi baweriya ku bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serkeftinê tacîdar bike, tevlî jiyanê bûye. Piştî pratîka serkeftî ku 4 salan li qadê meşand, çû perwerdeyê û hewl da xwe di îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de kûr bike.

Hevrêyê me Ozgur li Ocaxa Partiyê ya Sakîne Cansiz dewreyek perwerdeyê dît. Li vê cihê ku pirsgirêkên Partîbûnê û kadrobûnê di asta herî bilind de lê tên nîqaşkirin, xwe li hemberî rastiya Rêber Apo û şehîdan lêpirsîn kiriye û ketiye nava pêvajoya lêhêrbûnê. Hewl daye ku xwe ji paşverûtiyên sîstemê di kesayeta wî de ava kirî, rizgar bike. Bi perwerdeya navendî ya Partiyê xwe ji bo wezîfe û berpirsyariyên pêvajoyeke dijwar amade kiriye. Xwestiye bi Berxwedana Rêveberiya Xweser a bi pêşengiya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryanan ji me re weke mîrate maye, bibe layiqê sekna fedayî ya Apoyiyan. Hevrêyê me Ozgur ku berê di nava xebatên ciwanan de cih girt û bûye xwedî tecrubeyeke diyar, bi soza tolhildana hevrêyên xwe û dilsoziya bi bîranînên wan re, di nava xebatên YPS’ê de li gorî ruhê demê bi rengekî aktîf cihê xwe girtiye.

Bi pratîka xwe ya serkeftî pêşengî kir ku ciwanên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê û berxwedanê bibin. Hevrêyê me Ozgur bi dilsoziya bi Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd re maye û bi tarzek fedayî tevlî xeta şoreşgeriyê bûye. Bi îradeya Apoyî li dijî zehmetiyan pes nekir, ji pratîkên xwe yên berê ders derxist û xwe kiriye hêza çareseriyê.

Hevrêyê me Ozgur di serî de Zap, Avaşîn û Metîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwestiye bibe layiqê hevrêyên xwe yên ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a dagirker bi rêbazên dermirovî dimeşîne, bûne xwediyê têkoşîneke bê hempa. Hevrêyê me Ozgur hewl daye ku wezîfeyên xwe yên li hemberî hevrêyên şehîd, bêyî kêmahî pêk bîne. Hevrêyê me dema ku li ser wezîfeya xwe bû, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de tevlî karwanên nemiran dibe. Şehadeta hevrêyê me Ozgur ku bi jiyana xwe ya Derwêşane şopên kûr li me hişt, em pir bi bandor kirin. Di şexsê hevrêyê me Ozgur de em diyar dikin ku em ê dilsozê bîranîn û armancên şehîdên xwe bimînin û soza xwe dubare dikin ku tola wan bi serkeftinê hilînin.

ARMANC CEMRE

Yek ji hevrêyên me hevrê Armanc jî weke pêdiviya dilsoziya bi bîranîna şehîdan, têkoşîn hilbijart. Malbata wê ji ber zextên dijmin koçî, bajarê Duzce yê Tirkiyeyê kiriye û hevrêya me li vir ji dayik bûye. Hevrêya me Armanc di nava malbateke kedkar û welatparêz de mezin bûye û tevî hemû polîtîkayên sirgûn, bişaftin û qirkirinê yên dewleta Tirk kariye cewherê xwe biparêze. Hevrêya me Armanc hîna di temenê biçûkahiyê de sîstem lêpirsîn kir û jiyana sîstemê qebûl nekir. Bi van taybetmendiyên serhildêr mezin bûye. Hevrêya me Armanc hingî ku mezin bû ket lêgerîna jiyaneke bi wate û alternatîf. Di temenê biçûkahiyê de li hemberî şoreşgeriyê bûye xwedî eleqederî. Dema ku hevalek wê tevlî nava refên me dibe, eleqeya wê ya ji Partiya me re zêde dibe û bersiva pirsên xwe dibîne. Hevrêya me Armanc, PKK weke bersiva hemû lêgerîn, guman û pirsan îfade kiriye û cihê xwe di nav refên têkoşînê de girtiye. Hevrêya me Armanc sala 2015’an tevlî nava xebatên Komalên Ciwan dibe û dest bi têkoşîna aktîf kiriye. Bi destpêkirina Berxwedana Rêveberiya Xweser derbasî Nisêbînê bûye û di nava Berxwedana Rêveberiya Xweser a Nisêbînê ya dîrokî û destanî de cih girtiye. Di dema paş ve kişandinê de dîl dikeve destê dagirkeran û qasî salek û nîv li girtîgehê dimîne. Girtîgeh veguherand cihê perwerdeyê û hestên hêrs û tolhildanê ya li hemberî dagirkeran zêde kiriye. Li girtîgehê her tim xeyalê hatina çiya zindî hiştiye. Piştî ji girtîgehê derket, bêyî teredut berê xwe daye çiyayan.

Li çiyayan ku ji bo gerîlayên azadiyê ji cihekî zêdetir, wate îfade dike bi xwezayê re rû bi rû hestên herî mezin ên jina azad hîs kiriye û pê re bûye yek. Piştî perwerdeyan ji xebatên ciwanan cuda bûye û derbasî qada leşkerî bûye ku her tim bi israrî pêşniyar dikir. Hevrêya me Armanc xwe li ser îdeolojiya Rêber Apo pêş xist û ji taybetmendiyên ezezîtî û bandorên desthilatdar ên modernîteya kapîtalîst, nefret kiriye. Girîngiyek mezin daye hevrêtiya ku em ava kirine. Gotina Rêbertiya me ya ‘bûyîna hevrêyê/a hevrêyan, tê wê wateyê mirov ji heqîqeta ku nûneriya wê tê kirin par bigire’ ji xwe re esas girtiye. Ji bo ku hezkirin û zanist bi wate bibe, timî parvekirin ji xwe re esas girtiye. Lêgerîn û têkoşîna bûyîna jineke bi zane ya çiyayî, bêyî navber meşandiye. Dema qala heqîqeta me Rêber Apo tê kirin ronahiya di çavê hevrêya me de hîn zêdetir dibû. Ji bo ku hîn zêdetir bigihije heqîqeta Rêbertiya me, pêşniyar kiriye ku tevlî rêxistina Hêzên Taybet bibe. Heta ku pêşniyara wê hat qebûlkirin, wezîfe û berpirsyariyên girîng bi tarzekî Apoyî û tempo meşandiye. Hevrêya me Armanc ji xwe re kiriye armanc ku li ser xeta Zîlanê bibe hevrêyeka rast û mîlîtaneke fedayî ya Rêber Apo û ev yek bi tevlîbûn û sekna xwe pêk aniye. Derbasî rêxistina Hêzên Taybet bû û bi perwerdeyên ku dîtiye û lêhêrbûnên kiriye, bi gotina wê xwe ji nû ve afirand. Têkoşîna xwe di bin her şert û mercî de bi hezkirin domandiye û ji bo bibe mîlîtaneke jin a fedayî xwe bi îrade û zanebûna Apoyî perwerde kir. Bi gotina ‘parçeyek ji Rêbertî ye’ qedir daye her hevrêyek xwe û li ser jiyana hemû hevrêyên xwe şopek hiştiye. Hevrêya me Armanc bûye xwediyê sekneke bi îrade, moral, coş û hezkirin.

Ji taybetmendiyên şexsî yên ku ji aliyê sîstemê ve hatine ferzkirin, xwe dûr kiriye. Hingî ku di warê îdeolojîk de zelal bû, tevlîbûnek sade û dilnizm pêk anî. Bûye mînakek şênber a ku jin bibe mîlîtan, şer bike û bedew bibe. Hevrêya me Armanc ji bo ku esareta Rêbertiya me bi dawî bibe û ji pêvajoyê re bibe bersiv, gelek xebitî ye.

Hevrêya me Armanc bûye yek ji şopdarên xeta fedayîtiyê ya ku ji Zîlanê destpê kir û heta îro dewam dike. Bi têkoşîn û sekna xwe ya mîlîtanî, bûye xwediyê tevlîbûneke layiqê Rêbertî û hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrêya me Armanc di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranînên hevrê Armanc derbikevin û xeyala wê ya civaka azad û sosyalîst teqez pêk bînin.

AVESTA SÎPAN

Gelê me yê Wanê yê ku bi hezaran zarokên xwe yên bi rûmet ji bo jiyaneke bi rûmet û azad feda kir, bi vê helwesta xwe di têkoşîna azadiya gelê me de cih girtiye. Gelê Wanê yê qedîm û welatparêz dizanibû ku li hemberî her şehadeta ku di şerê me yê hebûn û tinebûnê de pêşketiye bi beşdariyên nû bersivê bide. Hevrêya me Avesta ku ji kevneşopiyeke wisa kûr hatiye, di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrêya me Avesta ku piştî malbata xwe li Stenbolê bi cih bû, li wir mezin bû, ti carî nikarîbû li hember jiyana metropolan a ku nirxên komînal tine dike, germ bibe. Li dibistanên dewleta Tirk a qirker, ku hem bûne navendên asîmîlasyona sîstematîk û hem jî cihê dûrketina ji nirxên exlaqî û civakî, dev ji xwendina xwe berda. Piştî ku dev ji dibistanê berdide, di kargehên tekstîlê de dest bi kar dike. Di vê pêvajoyê de dît ku keda mirovan û bi taybetî jî keda jinê çawa tê îstismarkirin. Hevrêya me Avesta ku nakokiyên bingehîn ên ku her ferdekî Kurd tê re derbas dibe jiya, weke jineke ciwan, rol û mîsyona ku di civakê de ji bo jinê hatiye dayin qebûl nekiriye û ji ber zextên heyî, ketiye nava lêgerînan. Ji ber ku berê Tevgera me di asta sempatiyê de nas dikir, hevrêya me Avesta kir ku lêgerînên xwe li ser bingehek rast bi rê ve bibe. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya bi pêşengiya jinan bandorek mezin li hevrêya me Avesta kir. Sirûdên azadiyê yên jinên ku bi îdeolojî û vîna Apoyî li dijî faşîzma DAÎŞ'ê li ber xwe dan, baweriya hevrêya me Avesta zêde kir. Hevrêya me Avesta di wê baweriyê de bû ku li şûna bibe dewama jiyana kevneşop a ku jinê tine dihesibîne, tê tepisandin û bêvînkirin, di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih bigire ku li dijî wê têbikoşe û li ser bingeha sosyalîzma demokratîk û azadiyê jiyanê ji nû ve xwe ava bike. Bi vê îrade û hişmendiyê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên bi rûmet û bi heybet, tevlî nava refên gerîlayên me bû.

Hevrêya me Avesta bi qilafeta xwe ya ciwan, dînamîk û bi enerjî perwerdeya xwe ya bingehîn bi serkeftî qedandiye. Hevrêya me ya ku bi lêkolîn, lêpirsîn û xwendinê, xwedî kelecaneke bêdawî ya fêrbûnê ye, zû hînê jiyana gerîla bû. Bi kelecaneke mezin girêdayî jiyana gerîla bû ku her kêliya wê têkoşînek mezin dixwaze. Xwezaya bi biryar û berxwedêr a jina Kurd di pêşengiya hevrêya me Avesta de cih girtiye. Bi Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo re tema azadî girt û xwe li ser vê bingehê ava kir. Xwestiye rastiya jin nas bike û li gorî vê fêm bike. Têkoşîna li hember xwe domand û nakokiyên xwe derxistiye zanabûnê. Hevrêya me Avesta ku li erdnîgariya dijwar a Zagrosê gerîlatiya wê teşe girt, bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir. Di warê leşkerî de xwe pêş xistiye û bi perwerdehiya ku dîtiye re bûye gerîlayeke şareza ya YJA Starê. Mîna ku tola bi dehan sal hildida, di eniya herî pêş de li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bersiv da. Bi gotina Rêbertiyê me ya “Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe bedew dibe, yê bedew dibe tê hezkirin” di nava hevrêyên xwe de hate hezkirin û rêzgirtin. Di xeta Zîlan û Bêrîtan de bû mîlîtana jin a pêşeng. Bi feraseta ku layiqî Rêber Apo û şehîdên me bibe kedeke mezin da. Hevrêya me Avesta li hemberî pirsgirêka hebûna gelê me xwe kiriye hêza çareseriyê û bi vîna Apoyî re helwesteke bi biryar û dilsoz nîşan daye. Ji bo ku di Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de jêhatî bibe, bi perwerdeya pisporî bû gerîlayekî jêhatî û li gorî taktîkên serdemê bû mîlîtaneke YJA Starê. Di branşa xwe de performanseke serkeftî ku baldarî, lezbûn û hesasiyet hewce dikir, nîşan da. Hevrêya me Avesta ku baş dizane azadiya gelê me bê hewldan pêk nayê, ti carî dest ji xebatê berneda.

Hevrêya me Avesta di jiyana me ya ku jin li pêş e, bi têkoşîneke watedar a bi nirxên komîn û kolektîf re nirx afirandiye. Hevrêya me Avesta bi têkoşîn û tevlîbûna xwe hêza cewherî ya jinê nas kiriye û dikare çi bike ferq kiriye. Hevrêya me Avesta ku di êrîşa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, bi qasî bi têkoşîna xwe, wê bi şehadeta xwe jî bibe pêşengê hevrêyên me.

ENGÎN TOLHILDAN

Hevrêyê me Engîn di malbateke welatparêz de li gundekî navçeya Kercosê ya Êlihê ji dayik bû. Bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re li herêmê, malbata hevrêyê me Engîn dest bi naskirina Partiya me kir. Demek şûnde birayê mezin ê hevrêyê me Engîn bi xebatên milîsan tevlî têkoşîna çalak dibe û di sala 1993’an de di êrîşa dijmin de şehîd dibe. Birayekî din jî ji ber çalakiyên xwe yên ji bo azadiya gelê me di zindanên mêtingeran de ye. Hevrêyê me Engîn ê ku ferdê malbatê yê herî biçûke, bi vê munasebetê dest bi naskirina Partiya me kir. Girêdanek mezin ê hevrêyê me Engîn li hemberî gerîla pêş ket û gelek jiyana wan meraq dikir.

Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê li ber çavê civakê xwe îspat kiriye û veguheriye tevgereke gel û bûye xwedî karakterê serhildanê. Di salên 90'î de tevgera me ya azadiyê roj bi roj mîna goka berfê mezin bû û bi gelê me re bû yek. Dewleta Tirk a mêtinger û qirker dema ku bi rêbazên leşkerî li hember tevgera me têk çû, di wan salan de giranî da polîtîkayên xwe yên qirkirinê. Dewleta Tirk a ku li ser mîrateya zîhniyeta Osmanî ya mêtinger, qetlîamkar û qirker ku hebûna xwe di tinebûna gelan de didît, bi polîtîkayên şerê taybet bûye kontra û bi çetebûnê re bû dewleteke terorîst. Bi hezaran welatparêzên me yên ku ji bo parastina hebûn, çand û rûmeta xwe, rastî êşkence, qetilkirin û sirgûnê hatin. Bi şewitandina hezaran gundan û kuştinên ku kiryarê wan dewlet bû, hewl da gelê me bitirsîne û wan ji Partiya me dûr bixe. Van polîtîkayên dijmin bandor li hevrêyê me Engîn kir. Ji ber ku ji malbateke têkoşer û berdêl dane hatiye. Ji ber rêbazên nemirovane yên rejîma faşîst a Tirk, hevrêyê me Engîn ji aliyê malbata xwe ve şandin metropolên Tirk û li wir ma. Hevrêyê me Engîn ê ku veqetîna ji axa ku lê ji dayik bûye ti carî nepejrandî, her tim êşa vê yekê dijiya. Didît ku weke pêwîstiyeke dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan, divê têkoşîn bike. Piştre tevlî xebatên ciwanan bû û xebatên siyasî meşandin. Hevrêyê me Engîn di kîjan xebatê de be jî, têkoşîna xwe têr nedîtiye. Herî dawî jî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hevrêyê me Engîn gelekî bandor kir. Fêmkiriye ku têgihiştineke rast û bi bandor a têkoşînê heta ku ji sîstemê qut nebe û jiyana daye avakirin û hatiye avakirin red neke, pêk nayê. Temenê xwe yê mezin ji xwe re weke asteng nedît û bi şopandina xeyalên xwe di sala 2018'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Engîn ku Rêber Apo û Tevgera me nas kiriye, xebat meşandiye û xwedî ezmûneke jiyanê ye, kiriye avantaj. Bi azwerî bi jiyanê ve girêdayî bû û bi tevlîbûna têkoşînê di asta evînê de bi lez adapte bû. Bi nasnameya PKK’ê xwe ji nû ve ava kir, li ser esasê îdeolojiya Rêbertiya me hewl da xwe ji taybetmendiyên qirêj ên sîstem û dagirkeran rizgar bike. Dizanibû ku serkeftin encax bi xwe fedakirina xeta Rêber Apo û şehîdan pêkan e û li ser vê bingehê jiyana xwe ava kir. Her ku Rêbertiyê me dixwîne û pêş dikeve, lêpirsîn û nakokî derketine holê û kariye li ser vê esasê kesayeta xwe çareser bike. Dema ku xwe nas kir, kêmasî û aliyên xwe yên kêm dîtiye û têkoşîna çînayetî û zayendî bi bandor meşandin. Di ronahiya paradîgmaya me ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de bûye xwedî zanabûn. Hevrêyê me Engîn di xeta jina azad de xwe berpirsyar dît û bi taybetmendiyên xwe yên klasîk û kevneşopî bênavber têkoşiya. Bi tevlîbûn û taybetmendiyên xwe ya gihîştî, dilnizm, kedkar û xebatkar, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me Engîn di nava Partiya me ya ku civaka hevalan e, bi ser ket û di demeke kurt de taybetmendiyên milîtanekî Apoyî bi dest xist. Di nava xebatên YPS'ê yên ji bo pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser esasê parastina cewherî cih girtiye û ji bo têkoşîneke layiqî Rêber Apo û şehîdan nîşan bide, ked daye.

Hevrêyê me Engîn bi îradeya xwe ya têkoşînê, bi helwesta xwe ya bi biryar û bi baweriya xwe ya bi serkeftinê heya ku gihişt şehadetê bû milîtanekî mînak. Şehadeta hevrêyê me Engîn di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de her çendî bandoreke kûr li me kir jî, lê baweriya me ya serkeftinê hîn bêhtir xurt kir.”