Cenazeyê Şehîd Batal piştî 30 salan hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê PKK’ê Hamît Îlbaş ê sala 1994’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şehîd bibû, piştî 30 salan ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin û li Goristana Mem û Zîn veşartin.

Gerîlayê PKK’ê Hamît Îlbaş (Battal) ê 3’ê Sibata 1994’an di şerê li nêzî tabûra Tank a Cizîrê de şehîd bibû, wê demê cenazeyê wî ji aliyê hevreyên wî ve li quntarên Çiyayê Gabarê hatibû veşartin. Hamît Îlbaş ê bavê 7 zarokan, di sala 1985’an de tev li PKK’ê bibû.

Malbata Îlbaş 2 sal berê ji bo cenazeyê bigire serî li dozgeriyê dabû. Piştî pêvajoya dirêj a hiqûqî, malbatê 16’ê Tîrmehê cenaze wergirtin û li Goristana Mem û Zîn a Cizîrê veşartin.

Xalê Îlbaş ku têkîldarî pêvajoya hiqûqî agahî da, got: “Dadgehê pêşî testa DNA’yê xwest. Di dawiyê de biryar hat dayîn. Li cihê ku me kola, cenazeyek derket, lê DNA li hev nehat. Goreke din jî hebû. Me ew jî kola, DNA li hev kir. Malbat vê sibêhê bi derfetên xwe cenaze derxistin. Şaredariya Cizîrê qet alîkarî neda.”