Ji xeynî PDK’ê 13 partî kom bûn û ji bo hilbijartinê tifaqek ava kirin

Li Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku herêmên bi nakok in, ji xeynî PDK’ê 13 partî ji bo hilbijartinê tifaqek ava kirin.

Li Kerkûkê 13 partiyên siyasî yên Kurdistanî, ji bo beşdarbûna hilbijartinên encûmenên bajarên Iraqê ên li herêmên bi nakok (herêmên dikevin madeya 140’î),  tifaqek ava kirin û ji partiyên din xwestin ku beşdarî tifaqa wan bibin da ku dengên Kurdan zêdetir bibe.

Bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku her 13 partiyên siyasî li baregeha Hizba Komînîst a Kurdistanê li ser vexwendina Lijneya Karên Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civînek li dar xistine.

Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de hemû partiyan biryar da ku lîsteyek berfireh a Kurdistanê li herêmên bi nakok pêk bînin û bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinan bibin.

Di heman demê de beşdarên tifaqê bang li partiyên din ên Kurdistanî kirin ku di zûtirîn demê de lîsteyeke Kurdistanî pêk bînin û beşdarî wan bibin da ku bikarin di hilbijartinan de zêdetir dengan bistînin û mafê Kurdan biparêzin.

Di nava tifaqê de ji aliyên sereke Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Komînîst, Partiya Sosyalîst û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê cih digire. Lê PDK û Yekgirtûya Îslamî di tifaqê de cih nagirin.

Ev partî beşdarî tifaqê bûne:

– Tevgera Goran

– Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistan

– Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê

– Partiya Kedkarên Kurdistanê

– Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê

– Partiya Gelê Turkmen

– Partiya Komînîst a Kurdistanê

– Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê

– Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê

– Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê

– Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê/ Rêveberiya Demkî

– Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê

– Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê