Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ji bo bibîranîna 33 ciwanên ku endamên tevgera ciwanên sosyalîst û şoreşger bûn û 20’ê Tîrmeha sala 2015’an ji aliyê AKP-MHP’ê ve li Pirsûsê bi êrîşêke bombeyî hatin qetilkirin, peyamek weşand.
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Li dijî ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî ku bi Şoreşa Rojava re piştevan bûn û ji bo avakirina ji nû ve ya Kobanê hatin Pirsûsê, 20’ê Tîrmeha sala 2015’an êrîş hat kirin û di êrîşê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Em vê êrîşa bi nemerdî ya AKP-MHP ya faşîst şermezar dikin, şehîdên qetlîama Pirsûsê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bibîranînên wan ditewînin. Di şexsê wan de soza girêdayîbûna bi şehîdan ve dubare dikin.
DI BIPÊŞVEBIRINA FERASETA TÊKOŞÎNA HEVPAR DE BI ROLEKÊ DÎROKÎ RABÛN
Endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst ku qetlîama Pirsûsê de bûn şehîd, di piştevaniya gelên Tirkiyeyê û tevgera sosyalîst a bi Kurdan re û bipêşvebirina têkoşîna hevpar de bi rolekê dîrokî rabûn. Ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyî bi van hizir û hişmendiyê hatin Pirsûsê û ji bo bibin tevkar di avakirina ji nû ve ya Kobanê de ku bi êrîşên DAÎŞ’ê xera bû, ketin hewilê. Fikir û piştevaniya enternasyonal, bingeha sosyalîstiyê û têkoşîna sosyalîst e. Şoreşgerê mezin Denîz Gezmîş ku li ser sêpeya sêdarê helwesta xwe ya piştevaniya bi Kurdan re anî ziman, diyar kir ku ev yek çiqas giring e. Rêber Apo, gelek giringî bi vê helwesta Denîz Gezmîş û hevalên wî daye û daye xuyakirin di encama girêdayîbûna bi bîbîranîn û kevneşopiya Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkayayan ve dest bi têkoşînê kiriye. Şoreşgerên şehîd ên li Pirsûsê, bûne nûnerên vê kevneşopiya mezin. Em ku hevrêyên wan in, divê ji vê helwesta dîrokî û hêja ya wan baş fêm bikin û bikevin hewila bipêşvebirinê û her têbikoşin.
BI TENÊ HIŞTINA GELÊ KURD PARÇEYEK JI KONSEPTA QIRKIRINÊ YE
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber ku xwedî hişmendiya paşverû, faşîst û dijminatiya Kurdan e, ji destpêkê ve hewil dide Şoreşa Rojava ku hêviyên jiyana demokratîk û azad a gelan e, ji holê rabike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku DAÎŞ’ê xwedî dike, dihêle ku bi taybetî li Kobanê û Şengalê, li her derê êrîşê gelan bike. Lê dema ku di encama têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan de DAÎŞ li Kobanê têk çû, plana şefê faşîst Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê têk çû. Desthilatdariya faşîst piştî têkçûna DAÎŞ’ê, planekê nû xist meriyetê. Yek ji rehendên herî girîng a vê konseptê ku li ser bingeha jiholêrakirina tevgera Kurd û pêkanîna qirkirina Kurdan hatiye bipêşxistin, ew e ku ber li bipêşketina demokratîk a li Rojhilata Navîn ku li Rojava pêk hat bigire û ji nû ve paşverûtiyê serwer bike. Yek ji rehendê giring ê konsepta jiholêrakirin û qirkirinê ew e ku Kurdan bi tenê bihêlin û têkoşîna wan bitepisînin. Bi vî ji xwe re kir armanc ku tevgera demokrasî û sosyalîst a li Tirkiyeyê ji têkoşîna Kurdan ku dînamîka sereke ya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, bêpar bihêlin û ber li demokratîkbûna Tirkiyeyê bigirin. Komkujiya Pirsûsê di çarçoveya vê konseptê de pêk hatiye. Tê zanîn ku pêvajoya piştî vê komkujiyê çawa bi pêş ket, çawa mekanîzmaya komkujî, komplo û derbeyê xistin meriyetê û Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke faşît û tarî ve birin.
EM BANG DIKIN KU BI HÊZTIR XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVIN
Bêgûman hevgirtin û xeta têkoşîna hevpar a gelan û pêkhateyên bindest hîn zêdetir bi pêş ketiye, bi taybetî Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, jin, şoreşger û kesên ji bo sosyalîzm û demokrasiyê têdikoşin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bêyî navber li ber xwe da. Di encama vê hevgirtin û têkoşînê de planên jiholêrakirin û qirkirinê yên faşîzmê bi ser neketin. Ji bo ku ev konsept bi temamî pûç bibe û faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe, divê têkoşîn hîn mezintir berdewam bibe. Bêguman ji bo vê yekê rêya herî bingehîn zêdetir parastina Şoreşa Rojava ye. Ji bo xwedî derketina li şehîdên Pirsûsê û kevneşopiya têkoşîna sosyalîst, rêya herî rast û watedar ev e. Em li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku bi hêztir xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin, li dijî êrîşên li ser Rojava bi hêztir bibin xwedî helwest û xeta têkoşîna hevpar mezintir bikin.”