Salvegera Şoreşa Rojava li Mexmûrê hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek hat lidarixistin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek hat lidarixistin. Şahî li Parka Şehîd Aryen Cûdî, bi tevlêbûna sedan şêniyên wargehê bi deqiqeye rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahî cangoriyên azadiyê, gelê Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd pîroz kir.

Bûdak diyar kir di Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinê tê binavkirin de, bi deh hezaran şehîd hatin dayîn û bi deh hezaran jî gaziyên şoreşe çêbûn û wiha dewam kir; “Em bejna xwe li ber têkoşîna wan de ditewînin. Ew hebûn û sedema jiyana me ne. Raste di serkeftinan de bedel tê dayîn, em Kurd jî her tim canê xwe feda dikin. Ji bo welatê xwe em canê xwe didin. Bi van şoreşan me li cîhanê daye nîşandan ku Kurd hene û têkoşîn dikin.”

Herwiha Bûdak da zanîn ku îro jî Rojavaya ku cîhan û mirovahî ji êrişan parastiye, di bin êrişan de ye, Rojavayê Kurdistanê bi sîstema netewa demokratîk birêve diçe û ev pergal alternatîfa tevahî pergalên desthilatdare û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ji ber wê yekê sîstema me di bin êrişên desthilatdaran de ye. Ya ku dikeve ser me, xwedî li sîstema netewa demokaratîk derketine û ev sîstem dayîna jiyankirine. Ji bo wê em baş dizanîn ku bi pergala netewa demokratîk wê faşîzm bê hilweşandin û tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin. Bi boneya 11’mîn salvegera Şoreşa Rojava, em dubare tevayî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û şehîdên Şoreşa Rojava bibîr tînîn û bejna xwe li beramberî ked û têkoşîna wan ya pîroz ditewînîn.”

Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.