Mehmet Emîn Ozkan: Dewleta Tirk nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku îro hat berdan got: “Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Hevalên me li wir têkoşîneke mezin didin. Dewleta Tirk çi kiribe jî nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire.”

Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (84) piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” 27 sal şûnde îro tehliye bû û hate mala xwe. Ozkan ê ji hêla malbata xwe hatiye pêşwazîkirin li mala xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

‘DEWLETA TIRK ÇI KIRIBE JÎ NEKARÎ PÊŞÎ LI VÊ TÊKOŞÎNÊ BIGIRE’

Ozkan ê ji ber nexweşiyên xwe guhên wî kêm dibihîsin wiha axivî: “Me heya îro li ber xwe da. Me soza xwe pêk anî. Bedela ku min heya îro daye nehat ber çavê min. Em ê heya dawiyê jî heya mirinê jî li ber xwe bidin. Girtîgeh gelek giran e. Hevalên me li wir têkoşîneke mezin didin. Ez çiqas jî bînim ziman dê nikare vê têkoşînê vebêje. Ji ber li derve sepaneke çawa hebe li gittîgehê jî ew sepan heye. Li girtîgehê bingehek ava bûbû, cîhan nedikarî hilweşîne. Dewleta Tirk çi kiribe jî nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire.”

Ozkan anî ziman ku wê 3 meh şûnde girtina wî ya girtîgehê bikeve sala xwe ya 28’emîn û got: “Hemû barê giran li ser pişta gelê Kurd bû, em ji vê yekê haydar in. Ev gel heya îro li ber xwe da. Serkeftinê ji her kesî re dixwazim.”