Cerdevanan dest danîn ser milkên Êzidiyan

Malbatên Ezidî ku milkê wan li gundê Zeyra yê Wêranşarê heye, diyar kir ku malbata Karacadag ku ji eşîra Şêxan e êrîşê wan dike û gefa kuştinê li wan dixwe.

Li gundê Zeyra yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê, malbatên Êzidî diyar kir ku cerdevan gefan li wan dixwin, zext û êrîşan li wan dikin. Malbatan li dijî vê nehiqûqiyê ku dewlet dengê xwe jê re daxuyanî da çapemeniyê. Gundiyên ji Zevrayê da xuyakirin ku malbata gefan li wan dixe û êrîşê wan dike, cerdevan e û hêza dewletê daye pişt xwe.

Berfirehiya daxuyaniya şêniyên Zevrayê ku gundekê Êzidiyan e, wiha ye:

“Em vê ragihandinê ji ber zêdebûna gef û êrîşên fîzîkî û derûnî bi armanca piştevaniyê diweşînin.

BI ÇEKAN GEF XWAR Û ÊRÎŞ KIRIN

Em welatiyên Êzidî, ji Elmanyayê tên ser erdê bav û kalê xwe da ku bi karên xwe yên demsalî re mijûl bibin. Lê malbateke misliman ku ji êşîra Şêxan e û nêzîkê 25 salan e bi zorê li gundê me bi cih bûye, dest dane ser malên me, zevî û mêrgên me dane ber xwe, erdê me xesp kiriye, êrîşê me dike. Ji ber ku em Êzidî ne û tim ne li gund in, ev malbat carinan dikeve wê hewilê dest bide ser malê me û gefa kuştinê li me dixwe.

Malbata Karacadag ku bi salan e malên me bi neheqî bi kar tîne,  ji ber ku di heman demê de cerdevaniyê dike pişta xwe daye dewletê û burokrasiyê, pergalek ji xwe re ava kiriye.

Ev malbat, ji aliyekî ve bi çekên ku dewletê dane, gefan li me dixwe hem jî aliyekî ve jî pergaleke bi zora eşîriyê re ava kiriye. Hin kesên ji vê eşîrê, bi çekên di destên xwe de gefan dixwin û nahêlin yên ji Ewropayê tên bikevin gund. Ev kes ku cerdevan in, hefteya çûyî (05.07.2023) rê li ber me girt û motorên me yên cot ji hev de xistin, pergalên me yên avdanê 11’ê Tîrmeha sala 2023’yan şikandin û gef li me xwarin.

DEWLET ÇAVÊN XWE JI MALBATA CERDEVAN RE DIGIRE

Me ev bûyer ragihand hêzên ewlehiyê, Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê û qeymeqamtiyê lê heta niha têkildarê mijarê tu tiştekê cidî nehatiye kirin. Bi salan e em gilî dikin, lê amirên milkî yên Wêranşarê û Walîtiya Rihayê jî di nav de, rayedaran dengê xwe nekir û ji bo mijarê neketin tu hewilê

Ji wê boneyê, ji bo safîbûna bûyera dawîn ku qewimî û mirov ji heqê bûyerên berê qewimîne were der, ji bo malên me yên bi tapo ku dest dane ser bidin me, em ji hemû berpirsan dixwazin ku bi berpirsyariya xwe rabibin. Em dixwazin vegerin ser erdê bav û kalê xwe, mal û bax û baxçeyê xwe ji nû ve ava bikin lê ev malbat tim gefan li me dixwe. Ji bo derketina ji heqê astengiyan, dayîna malên me ku dest dane ser û ji bo avakirina gundên me ji nû ve, em ji hemû meqaman dixwazin ku bi erka xwe rabibin.”