HPG: Artêşa Tirk êrîşeke dagirker da destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên Zap û Metînayê yên ku zivistanî jê vekişiyabû êrîşeke dagirker da destpêkirin. Êrîşa dagirker bi teknîka zêde û hevkariya PDK’ê didome. Gerîla bi çalakiyên xurt bersivê dide êrîşan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kir. Herêmên ku artêşa Tirk a dagirker di demsala zivistanê de ji ber derbên giran ên gerîla neçar mabû vekişe lê a niha dîsa dest bi êrîşên ser van qadn kir. Êrîşên dagirkeriyê di 14’ê Tîrmehê de li dijî Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê, di 19’ê Tîrmehê de jî li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya ku bi piştgiriya PDK’ê êrîşan dest pê kir. Di şeva 20’ê Tîrmehê de jî piştî bomberdûmana zêde ya hewayî di sibeha 21’ê Tîrmehê de jî li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, êrîşeke dagirker da destpêkirin.

Hêzên me li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi teknîka şerê dijwar û piştgiriya çeteyan dike, derbên giran li dagirkeran dixin. Çalakiyên hêzên me û êrîşên dagirkeran ên li dijî herêma me didome.

HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşên artêşa Tirk ev daxuyanî da

“Herêma Zapê;

Di 10’ê Tîrmehê de Girê Şehîd Tolhildan ê li Qada Berxwedanê ya Kurojahroyê, bi balafirên şer û obusan bomberdûman kir. Di 12’ê Tîrmehê de jî bi balafirên şer û obusan bomberdûman kirin, ji helîkopteran dagirker anîn qadê. Di 14’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran dagirker danî qadên Girê Şehîd Harûn, Girê Şehîd Tolhildan û Girê Şehîd Dîdar ên Qada Berxwedanê ya  Kurojahro. Artêşa dagirker di zivistanê de jî neçar mabû ji van qadan vekişe lê a niha li dijî van qadan êrîş daye destpêkirin. Êrîşên dagirkeran ên li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Kokerê, Kurojahro û Karkerê didome.

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

Di 19’ê Tîrmehê saet 07:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Fm dema ku dagirker ketin tevgerê, carekê bi çekên giran li wan hate xistin.

Di 20’ê Tîrmehê saet 17:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîkastê li cîhazeke jammerê ya dagirkeran hate xistin û ev cîhaz hate îmhakirin.

Di 20’ê Tîrmehê saet 20:30’an artêşa Tirk a dagirker 41 caran bi balafirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran, êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kiriye. Piştî bomberdûmana zêde saet di 03.30’an de bi helîkopteran 10 caran dagirker danîn Girê Şehîd Zagros a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.

Di 21’ê Tîrmehê saet 06:00’an de dagirkerên ku xwestin ji Girê Şehîd Zagros a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî biçin Girê Şehîd Şîlan, bi taktîkên cihê 7 caran li dagirkeran hate xistin û pêşveçûna dagirkeran hate sekinandin.

Herêma Avaşînê;

Di 17’ê Tîrmehê saet 10.00’an de li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi taktîkên gerîla yên koordîneyî li dagirkeran hate xistin. Tîmên gerok bi çekên ferdî û giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran saet di 24.00’an de miriyên xwe bi helîkopterê ji qadê derxistin. Êrîşên dagirkeran ên li qadê didome.

LI METÎNAYÊ ÊRÎŞA BI PIŞTGIRIYA PDK’Ê

Herêma Metînayê;

Di 19’ê Tîrmehê saet 06:00’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Ortê ya Metîna, li cihên ku hêzên PDK’ê lê bûn ji bejahî dest bi operasyonekê kirin. Dagirker ji benda PDK’ê dest bi tevgerê kirin, ber bi qada Neqeba Tirvanîş û Şehîd Piling bi pêş ve çû. Di 20’ê Tîrmehê saet di 09.30’an de dagirker ji qada Girê Ortê ya PDK’ê bi rê ketin û li Girê Ortê amûrên çavdêriyê bi cih kirin. Hêzên PDK’ê ev qad kirine benda tevgerînê ya artêşa Tirk a dagirker û alîkarî da ku dagirker ji vir êrîşî hêzên me bikin. PDK bi eşkerehî piştgiriyê dide dagirkeran û ev operasyon hê jî didome.

DAGIRKER DÎSA BI BOMBEYÊN TAKTÎK NUKLLERÎ ÊRÎŞ KIRIN

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer pêk anîn;

11 û 12’ê Tîrmehê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Kokerê ya Zapê 4 caran bi bombeyên taktîk nukleerî hatin bombekirin.

20’ê Tîrmehê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeya taktîk nukleerî hate bombekirin.

ÊRÎŞ JI HEWAYÎ Û BEJAHÎ DEWAM DIKIN

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Artêşa Tirk a dagirker 17,18 û 19’ê Tîrmehê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê û yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kir û hewl da tunelên me bi kepçeyan hilweşîne.

18 û 19’ê Tîrmehê Qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran, Qadên Berxwedanê ya Girê Ortê û Girê Hakkarî yên Metîna 5 caran, bi giştî 8 car bi balafirên şer hatin bombekirin.

20’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bihar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carek û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî 41 caran; bi balafirên şer bi giştî 49 caran bombe kirin.

18’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ya Metîna 14, 20’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 22 caran; bi giştî 36 caran bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

17, 18, 19 û 20’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Sîdayê ya Zapê, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Tabura Ereban a Avaşîn, Qadên Berxwedanê ya Golka û Girê Hakkarî ya Metînayê, Qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Kamûran, Girê Kolît û Ava Lolanê yên Xakûrkê 519 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”