KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Jina berxwedêr Gulê Mişko Nemir hat bibîranîn
Jina berxwdêr Gulê Mişko Nemir di nava civaka Êzidiyan de wek Dayê Gulê tê naskirin ku di dema fermanê de heta dawiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dabû û hatibû qetilkirin, hat bibîranîn. -
Qeyûmê Wanê karkerên zem protesto kir, sirgûn kirin
Şaredariya Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, xebatkarên zemkirina destheqan ji sedî 25, protesto kir, sirgûnê Kar û Barê Avê yê Dewletê (DSÎ) kirin. -
HPG'ê tol hilanî: 12 dagirker hatin cezakirin
Di nava 48 saetên dawî de gerîla 17 caran çalakî kirin û 12 dagirker ceza kirin, konek îmha kirin, derb li kepçeyekê û 5 çeperan xistin. HPG'ê ragihand ku çalakî ji bo hilanîna tola şehîd Robîn Avent û Yildiz Şahîn Botan hatine kirin. -
YBŞ: Em ê civaka xwe biparêzin; koçber bila li warê xwe vegerin
Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku hêza wan a ji bo parastina xak û civaka xwe ji her demê bêhtir e û bang li Şengaliyên koçberbûyî kir ku li warê xwe vegerin, Şengalê jinûve ava bikin û Xweseriya Demokratîk a Şengalê xurtir bikin. -
Ciwanên Êzidî di salvegera qirkirinê de bi meşaleyan meşiyan
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jin ên Ciwan ên Şengalê di salvegera 9'an a fermanê de bi meşelayan meşiyan. -
NPG: Cesaret û fedakariya civaka me ya Êzidî hêjayî serbilindiyê ye!
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Li dijî hemû gef û xetereyan jin û ciwan û hemû civaka Êzidî dev ji Şengalê bernedan û tevlî berxwedanê bûn. Vê fedakarî, cesaret û biryardariya civaka me ya Êzidî hêjayî serbilindiyê ye. -
HPG'ê şehîd Elefterîa Hambî bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê şehîd Elefterîa Hambî bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêya me Elefterîa li pey xwe hişt wê her tim rêya me ronî bike û teqez bi serketinê tacîdar bike." -
KCK: Em ê ji qetlîamkaran hesabên dîrokî bixwazin
KCK: Em Tevgera Azadiya Kurdistanê em ê heta dawiyê bi Şengal û civaka Êzidî re bin û em ê ji qetlîamkarên ku ev êş anîne serê civaka Êzidî hesabên dîrokî bixwazin. -
'Qeyûm avahiyên dîrokî bi zanebûn xera dikin'
Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Mesût Bor anî ziman ku qeyûmên dest danîne ser şaredariyên HDP'î bi zanebûn avahiyên dîrokî yên li Wanê xera dike. -
'Divê Kurd neheqiya bi Lozanê re li wan hatiye kirin ji cîhanê re vebêjin'
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş li ser pêvajoya Peymana Lozanê axivî û got, Kurd divê neheqiya ku bi Lozanê re li wan hatiye kirin bi rengekî rasteqîn û li ser bingeheke rast ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê vebêjin. -
Dikandarên Payîzavayê dikan venekirin
Dikandaran bertek nîşanê Şaredariya Payîzava ya AKP’yî da ku çima dikandaran bi zorê ji cihê wan derdixe û li ser dikanên xwe wiha nivîsî: Ji ber nelihevkirina me û şaredariyê, dikan girtî ye.’’ -
Li Başûr Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Serbixwe hat avakirin
Rojnameger û nivîskarên başûrê Kurdistanê Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Serbixwe ji bo têkoşîna li dijî hewldanên astengkirina azadiya ramanê û êrîşên li ser rojnameger û nivîskaran ava kirin. -
YJŞ: Tolhildana me wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser
Fermandariya YJŞ’ê bi boneya salvegera Komujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em weke YJŞ fermana 74’an ji bîr nakin. Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser.” -
Parêzerê malbata Jîna Emîniyê li Tehranê tê darizandin
Parêzerê malbata Jîna Emîniyê ku meha Îlonê ya sala çûyî li Tehranê hat qetilkirin, bi sûcdariya ‘’propaganda’’yê tê darizandin. -
Dersim li endamên Koma Îsyan Ateşî hate 'qedexe'kirin
Endamên Koma Îsyan Ateşî roja Duşemê li Dêrsimê hatin destgîrkirin û piştre hatin berdan. Li endamên komê re ketina Dêrsimê hat qedexekirin. -
HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir: 72 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir. Gerîlayan di 130 çalakiyan de 72 dagirker ceza kirin. Derb li 5 helîkopterên Skorsky hate xistin, 7 gerîla şehîd bûn. -
HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya du gerîlayên ku 25’ê Tîrmehê li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got: “Hevrêyên me Robîn û Yildiz bi sekna mîlîtanî û ruhê fedayî li dijî dagirkeran şer kirin û berxwedana wan wê her tim pêşiya me ronî bike.” -
PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir
Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir di demên dawîn de êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê zêdetir bûne û bang li gelên Tirkiyeyê û mirovayetiya demokratîk kir ku li hemberî vê li ber xwe bide. -
Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe
Hêlîn Umît diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze destketiyên kedkaran, gel û gundiyan desteser bike û got, "Yên ji xaka xwe hez dikin, daxwaza siberojeke ronî dikin û dixwazin hilmeke paqij werbigirin, divê tevlî têkoşîna ekolojiyê bibin." -
Li Silopyayê ji bo Cûdiyê çalakiya rûniştinê hat kirin
Meşa li dijî qirkirina xwezayê ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin, gel dest bi çalakiya rûniştinê kir. Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku ya tê kirin tecrîd û îzolasyon e. -
Li Xîzanê artêşa Tirk darên daristanê dibirin
Li navçeya Xîzan ya Bedlîsê, li qada operasyonê ya ku qedexe lê hatibû ragihandin û qaşo bi dawî bûbû, leşkeran daran dibirin. -
KCK’ê derbarê ‘Mihemed Mîrza Sindî’ daxuyaniyek da
Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê têkildarî yek ji berpirsyarên Parastinê yê berê Mihemed Mîrza Sindî ku di encama êrîşa bombeyî de hat kuştin, daxuyanî da û bang li her kesî kir ku li hemberî planên PDK’ê hişyar bin. -
HPG: Di 24 saetên dawî de 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke A4 hate rûxandin
Gerîlayan di 24 saetên dawî de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan. Di van çalakiyan de; yek jê payebilind 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke A4 hate rûxandin. Derb li kepçeyekê û 4 çeperan hate xistin. -
Li Şengalê şano û pêşangeha li ser fermanê
Li Şengalê ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê şano û pêşangeha wêneyan li Sinûnê û Xanesorê hatin lidarxistin. -
Li Metînayê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan li qada Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin.