KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Havênê gerîlayên Kurdistanê: Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê weke havênê gerîlayên Kurdistanê pênase kir û destnîşan kir ku berxwedana fedaî ya heyî asta herî bilind a bi ruhê 14'ê Tîrmehê ye. -
Fermandara fedaî û esîl: Aso Dîren Têkoşîn
Aso Dîren Têkoşîn ku heta kêliya şehadetê şer kir û bi mîsyona pêşengiyê rabû, weke fermandareke YJA Starê bi fedakarî û fedaîtiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. -
Ji bo girtiyê nexweş Yazici yê hatî qetilkirin, mewlîd hat dayîn
Ji bo girtiyê nexweş Bişar Yazici ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, mewlîd hat dayîn. Di axaftinên hatin kirin de ev peyam hat dayîn: “Em bibin dengê girtiyan. Eger em bêdeng bimînin, roj be roj em ê kêm bibin.” -
'Çapemeniya Kurd azad nebe, demokrasî jî nabe'
Li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, heta ku çapemeniya Kurd azad nebe, demokrasî jî li welêt pêk nayê. -
KCK'ê qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlanê bi rêzdarî bi bîr anî
KCK: Em qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlanê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji hêzên komkujiyê û hevkarên wan, wê teqez hesab bêpirsîn û jiyana demokratîk û azad bê avakirin. -
Gerîla silav da Berxwedana 14'ê Tîrmehê
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê çalakî lidar xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Li Serhedê jî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarok hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. -
Wesayita leşkerî li wesayita sivîl ket: Mirî û birîndar hene
Li navçeya Payîzava ya Wanê, wesayiteke leşkerî li wesayiteke sivîl ket. Fikar hene ku di bûyerê de kuştî û birîndar hebin. -
Nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi biryardariya li ser xeta Apoyî û baweriya ji serketinê, bi daxwazeke mezin a bi salan şer kirin û bi roleke çalak rabûn." -
Kalkan: Êdî ti qanûn nikare pergala Îmraliyê bidomîne - NÛ BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatdarên Tirk her gava ku tengav dibin zilmê li Îmraliyê, gerîla, Rojava û siyaseta demokratîk dikin û got, "Gelekî ditirsin, lê bi kêr nayê. Wê hilweşin." -
Şêniyên Şengalê li dijî gefa li ser Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Xelkê Şengalê li dijî gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. Di çalakiyê de hate ragihandin ku gefên li ser Abdullah Ocalan gefên li dijî tevahiya mirovahiyê ye. -
'Cîlofest' û xiyaneta jibîrkirinê
Divê ciwanên Kurd li ber hewldanên jibîrkirina hiş û dîroka Kurdan rabin. Divê zanibin ku jibîrkirin xiyanet e û bi vî rengî bijîn. -
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê di çalakiyeke efsanewî de gihîştin hev
Siyasetmedar-nivîskarê Kurd Fûat Kav qala Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê kir û destnîşan kir ku şehîdên şoreşger bi wêrekî, exlaq û berxwedana xwe di çalakiyeke efsanewî de gihîştin hev. -
Xelkê Mexmûrê bi meşekî girseyî tecrîd protesto kir
Xelkê Mexmûrê bi meşekî girseyî gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin. -
Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
Rêxistina HDP'ê ya Amedê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991'ê de hatibû revandin û qetilkirin, li ser gora wî bibîr anî. -
Berxwedana Dag û Er di roja 54'an de ye
Greva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku di destê PDK'ê de dîlgirtî ne, di roja 54'an de ye. -
Li Êlihê ji ber qezaya trafîkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Êlihê, di encama qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. -
Hêzên dewleta Tirk li Xîzanê bi sedan dar birîn
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Xîzan a Bedlîsê li gundê Xûlepûrê bi rêya kepçeyan bi sedan darên fêkî û findeqan ji kokê rakirin. -
Dayika Şenyaşar: Eger encam neyê girtin, ez ê nobetê li ber wezaretê bidomînim
Emîne Şenyaşar bal kişand ser rûniştina ku wê 18’ê Tîrmehê bê kirin û got: “Eger edalet pêk neyê, ez ê nobeta xwe li ber Wezareta Edaletê bidomînim.” -
HPG: Dagirkeran 430 caran êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi balafirên şer, 414 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
21 salan bi rengekî bê navber têkoşiya
HPG: Hevrê Cemîl ji Botanê heta Qendîlê, ji Colemêrgê heta Kelareşê, ji Heftanînê heta Gabarê, ji Bestayê heta Şirnexê 21 salan bênavber ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd xebitî. -
Cerdevanan êrîş birin ser mirovên li zozanan
Li taxa Kû ya Pasûrê, cerdevanan êrîş birin ser şivanan û gule li malbatên li zozanan reşandin. -
Desteya Oldaran a Şengalê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da
Desteya Oldaran a Şengalê ji ber avakirina Meclîsa Bilind a Êzidiyan ji aliyê PDK'ê ve nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew hemû biryarên li derveyî îradeya xelkê Şengalê red dikin. -
Li Helebceyê rêze çalakiyên li ser Lozanê
Platforma Ciwanên Kurdistanê bi wesîleya 100 saliya Peymana Lozanê li Helebceyê gelek panel, semîner û merasîm lidar xistin. -
HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir -HATE NÛKIRIN
HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê.” -
Sozên li Cenevreyê hatin dayin, hatin jibîrkirin
Di sala 1925'an de li Cenevreyê bikaranîna çekên kîmyewî qaşo hate qedexekirin. Dema ku mijar qadên Avaşîn, Zap û Metînayê be ev mijar ji holê rabûye.