Berdana Sînan Sutpak ê 30 sal in girtî ye dîsa hat taloqkirin

Berdana girtiyê siyasî Sînan Sutpak ê ku 30 sal û 3 meh in girtî ye cara duyemîn ji bo 3 mehan hat taloqkirin.

Girtiyê siyasî yê Kurd Sînan Sutpak li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat destgîrkirin û di 3’yê Gulana 1993’yan de hate girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Li gel ku Sutpak înfaza xwe temam kiriye jî bi hinceta “Rewşa wî baş nîne” nayê tehliyekirin. Sutpak heta niha li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş Elbistanê ma ye. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Yozgatê hatiye kirin. Ji bo tehliyekirina Sutpak demekî kêm mabû, lê ji ber erdhejên Mereşê ji Elbistanê sewqî Yozgatê hat kirin. Dihat payîn ku di 3’yê Gulanê de were berdan lê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. 

Di hinceta neberdana Sutpak de ev îdia tên kirin: “Rêxistinê wek ‘rêxistina terorê’ pênase nake. Poşmaniyê qebûl nake. Meyla wî ya sûckirinê heye.”  

Hat zanîn ku wê parêzerê Sutpak îtîrazî biryara taloqkirina ceza bike.