Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Mexmûrê dest bi çalakiya nobetê hat kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya nobetê hat kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya nobetê hat kirin. Çalakiya nobetê wê bi şev bê kirin.

Şeniyên Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê kom bûn û bi deqîqeyekê rêz ji bo giyanê tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd hat girtin. Koma destpêkê ji endamên Hevserokatiya Meclîsa Wargehê pêk tê, wê çalakiya nobetê ji pênc rojan carekê biguhere.  

Li ser navê koma yekem a çalakgeran Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, Neşat Kara axivî.

Neşat Kara, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn, di van rojên pêşiya me de em dikevin 100 saliya Peymana Lozanê. Peymana ku beriya niha bi sed salan bi peymanên navneteweyî, hêzên hegemonîk ên cîhanê Kurdistan kir çar parçe û Kurd bêstatû hêlan. Di roja me ya îro de heman hêzên cîhanê bi dagirkerên Kurdistanê re dixwazin Kurdan bi înkar, îmha û tecrîdê re rû bi rû bihêlin. Her wiha di van sedsalên pêşiya me de gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin, bi wê ve girêdayî ji statûya Kurdbûyînê bêpar bihêlin.

Kara bal kişand ser tecrîda girankirî û qedexeya hevdîtinên malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê ve tê ferzkirin û wiha got: “Ev 28 meh in em Kurd bi tu awayî ji Rêbertiya xwe agahî nagirin. Hêzên hegemonîk ên cîhanê bi dagirkerên Kurdistanê re bi salan e bi polîtîkayên qirkirin, îmha û înkarê her wiha bi tecrîda ku li Îmraliyê dixwazin careke Kurdan bêstatû bihêlin. Em Kurd dixwazin ji dost û dijminan re bibêjin, Kurd ne Kurdên sed sal berê ne ku we ew bêyî statu hiştine û ne jî şert û mercên cîhanê yên îro dihêlin ku hûn Kurdan bi hêsanî bêstatû bihêlin. Em Kurd ji bo jiyan û danjiyandina paradîgmaya Rêber Apo xebatên bi her awayî dikin û heta şikandina tecrîdê, em ê têbikoşin û li ber xwe bidin.’’

Dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bijî berxwedana Îmraliyê’’ hatin berzkirin û çalakî qediya