Dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwanî birî

Dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê girtîgehê da girtiyê bi navê Şêrwan Şêrwanî ku di doza Behdînanê de dihate darizandin.

Dadgeha Hewlêrê, bi sûcdariya ‘xapandinê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanê birî. Şêrwanî di doza Behdînanê de dihate darizandin.

Parêzerê wî Kameran Sarmemî diyar kir li gorî baweriya wan ji ber ku derbarê Şêrwan Şêrwanî tu delîl tunebûn wê di rûniştina pêşîn de, doz bi dest bixistina û got “Lê ji bo pêşiya vî tiştî were girtin, doz taloq kirin. Ev dozeke siyasî ye.”

Di Tebaxa 2020’an de PDK’ê zêdetirî 80 rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û mamoste li Herêma Behdînanê destgîr kiribû. Piştî demekê dirêj hinek ji wan hatin berdan, lê heta îro gelek kes di girtîgehê de ne.