Parlementerên Bêdlîsê serdana Xîzanê kirin

Parlementerên Bêdlîsê serdana navçeya Xîzanê kirin ku wekî “Herêma Ewlekariya Taybet” hat ragihandin. Parlementer Huseyîn Olan diyar kir herêm bi rojan e tê topbarankirin û got armanc valakirina gundan e.

Di çarçoveya êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk de 2’ê Tîrmehê li gund û gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê Hûzeran, Akûnîs, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê qedexeya derketina derve hat ragihandin û piştre li herêmê operasyonên leşkerî destpê kiribû. Hefteyek piştî bidawîbûna operasyona leşkerî, heman herêm wekî “Herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin.

Topbarana artêşa Tirk a li herêmê dewam dike. Parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Bêdlîsê Huseyîn Olan û Sema Çaglar Gokalp çûn serdana herêmê. Huseyîn Olan bal kişand ser talana xwezayî ya li herêmê û got: “Nêzî 10 roj in her alî şev û roj tên topbarankirin. Komkujiyeke mezin a xwezayê tê kirin. Armanc ew e ku gundan vala bikin. Aramiya gundiyan nemaye, ji be topbarana ku şev û roj dewam dike, di rewşeke zehmet de ne.”