KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Xerabtirîn kabîne, kabîneya Mesrûr Barzanî ye'
Mamosta û çalakvan Dawid Mihemed destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê di mijara bertengkirina azadiya rojnamevaniyê de û di mijara tundûtîjiya li hember rojnamevanan de xerabtirîn kabîna kabîneya Mesrûr Barzanî ye. -
HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê ji bo gerîlayên şehîd wiha got: “Hevrêyên me Dijwar, Kendal û Ernesto heta nefesa xwe ya dawî hewl dan armanca xwe pêk bînin.” -
Olan: Sedema tecrîdê ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e
Parlamenterê Bedlîsê yê ji DEM Partiyê Huseyîn Olan got, yek ji sedemên herî girîng ên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e. -
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Ermûşê hate weşandin
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li qada Ermûşê, ku di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin, di Gerîla TV de hate weşandin. -
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê rêjeya tevlîbûna hilbijartinan eşkere kir
Di saet 18:00’an de dengdana taybet a ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê bi dawî hat. Sindoqên dengdanê hatin girtin û tomarên dengan ji bo komîsyona hilbijartinê hatin şandin. Komisyon jî wê dest bi cûdakirina dengan bikin. -
Şêrzad Semed: Li Kekûkê hin Erebên şoven di nava hewldanên xirab de ne
Berpirsê Hilbijartinan ê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzad Semed derbarê hilbijartina li Kerkûkê de got ku hin Erebên şoven ji bo pencemora dengdêrên Kurd neyê xwendin di nava hewldanên xirab de ne. -
Piştî 18 salan li Kerkûkê hilbijartina encumena parêzgehê
Piştî 18 salan hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê destpê kir. -
Fermandariya Eyaleta Serhedê kesên ku sûc kirine, hişyar kir
Fermandariya Eyaleta Serhedê diyar kir ku wan li herêmê hin kesên ku xwestine li ser navê rêxistinê pereyê gelê welatparêz bidizin, tespît kirine û ev hişyarî kir: “Bawerî bi dizan neyînin, bi hestiyar û xwedî helwest bin.” -
Gerîlayên nû bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku şerê azadiyê mezin bikin
20 ciwanên ku ji bo li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bibin bersiv tevlî nava refên gerîla bûn, perwerdeya xwe temam kirin. Gerîlayên nû li dijî mêtingehkirina Kurdsitanê, bang kirin ku şerê azadiyê were mezinkirin. -
Siyasetmedar Hawrê Cebar: Neteweya demokratîk di pratîkê de pêk tê
Endamê Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadiyê Hawrê Cebar diyar kir ku li hemberî modela kapîtalîst modela neteweya demokratîk a ku gelê Kurd pêşengiya wê dike, heye û got: “Sazkarê vê modelê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e." -
PKK modela jiyaneke azad e
Du gerîlayên jin Berçem Herekol Şîrvan û Seher Çagla ku barê şoreşê hildan ser milên xwe, di hevpeyvîna ku berî şehîd bikevin de dabûn, diyar kirin ku PKK modela jiyaneke wekhev e. -
Ciwanê Êzidî yê ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin gihişt Şengalê
Ciwanê Êzidî Rojîn Hedad ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibû destê çeteyên DAÎŞ’ê û piştî 9 salan ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû rizgarkirin, gihişt Şengalê. Hedad bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. -
Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
Abdurrahîm Gun ê di êrîşa ku bavê wî Ahmet Gun hatibû qetilkirin de birîndar bibû, anî ziman ku berpirsiyar sercerdevanê dewletê yê kevin Şeyhmuz Babat e. -
Yadgar Elî: Ev hilbijartin rapirsî ye li ser Kurdistanîbûna van deveran
Rojnamevan û çavdêrê siyasî Yadgar Elî behsa girîngiya encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selahedînê kir û got: “Rehendeke vê hilbijartinê ya neteweyî ji bo gelê Kurd heye. Divê Kurd bi hişyarane tev bigerin.” -
'Binemala Barzaniyan bûye sedema têkdana yekrêziya neteweyî ya Kurdistanê'
"Tunebûna yekrêziyê di nav partiyên başûrê Kurdistanê de her tim zerareke mezin daye berjewendiyên gelê Kurd. Em ê di hilbijartina roja yekşemî de li Kerkûkê berdêleke mezin bidin." -
Dîmenê çalakiya li Girê Amediyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya 5'ê Cotmehê ya li Zapê weşand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hembeî artêşa Tirk a dagirker pêk anîn. -
HPG’ê nasnameyên 3 şehîdên azadiyê eşkere kir
Hêzên Parastina Gel ji bo 3 gerîlayên ku bi hev re şehîd bûne, wiha got: “Hevrêyên me ji bo her xebatê ji dervey serketinê tiştekî din qebûl nedikirin. Bi layiqî pêdiviyên wezîfe û berpisyariyên xwe yên demê bi cih anîn.” -
Cenazeyê şehîd Tolhildan Hîzan di bin dorpêçiyê de hate veşartin
Cenazeyê gerîlayêw HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) ku piştî 2 salan radestî malbata wî hate kirin, di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin. -
Gelhat ê HPG'yî: Em ê nehêlin dijmin li çiyayên Kurdistanê bimîne
Gerîlayê HPG'ê Gelhat Gabar ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê her tim li ber xwe bidin û destnîşan kir ku heta gerîlayek hebe wê dijmin nikaribe li çiyayên Kurdistanê bi rehetî bimîne. -
Fûad Bêrîtan: Divê her kes tevlî pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibe
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan ji bo pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' banga tevlîbûnê kir û got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li xwe ye." -
Encumena Kurdên Kerkûkê: Bi dengdanê Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin
Encumena Kurdên Kerkûkê anî ziman ku ji bo ku rê li ber proseya guhartina demografyaya bajêr bê girtin, divê hemû Kurdên Kerkûkê beşdarî proseya dengdanê bibin û got: “Bi dengdanê Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin.“ -
Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
Delegasyona Jinan a Navneteweyî hevdîtinên xwe yên li Amedê bi serdanên li DBP, MGK, DFG û Baroya Amedê bi dawî kir. -
Cenazeyê Guneş ê HEP’î hat veşartin
Cenazeyê Naîf Guneş ê HEP’î bi girseyî li gundê Beykent ê girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê hat veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Tolhildan Hîzan piştî 2 salan hate wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) ku 2 sal berê li Garzanê şehîd bû ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. -
Tulay Hatîmogûllari: Kuştina Gun kuştineke siyasî ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari tevlî şîna Ahmet Gun bû ku ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin. Tulay Hatîmogûllari got, "Ev yek kuştineke siyasî ye."