'Heta girtiyên nexweş bên berdan em ê têkoşînê bidomînin'

Rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî serdana Mehmet Emîn Ozkan kirin û gotin: “Heta girtiyên nexweş bên berdan em ê têkoşînê bidomînin.”

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî duh ji girtîgehê hat berdan. Rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li Amedê serdana Ozkan kirn. Rêveberên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, TUHAY-DER, MED-DER, aktîvîstên Tewgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç û gelek kes beşdarî serdanê bûn. 

Rêveberan piştî ku serdana Ozkan kirin, li ber mala wî daxuyanî dan. Hevserokê TUHAY-DER’ê Vahap Gunay di axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Li her girtîgehek Tirkiyeyê hevalên me yên nexweş hene. Şert û mercên girtîgehan dijwar in. Me di şexsê Mehmet Emîn Ozkan de carek din dît ku şert û mercên girtîgehan çiqas xerab bin. Em dixwazin tevahiya girtiyên nexweş bên berdan.” 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî da zanîn ku li dijî Mehmet Emîn Ozkan zilmek zêde hat kirin û wî tevî hemû tiştî jî rûmeta mirovahiyê parastiye û têkoşiyaye. Atasoy anî ziman ku Ozkan li ber tevahiya dilê gelê Kurd xwedî cihekî taybet e. Atasoy got ew ê ji bo berdana hemû girtiyên nexweş û tevahiya girtiyan têbikoşin.