KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Droneyeke bombebarkirî li Zapê hate îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku çeperên şer ên gerîla ji aliyê artêşa Tirk ve bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatine bombekirin û diyar kir, li Zapê droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin. -
Li Duhokê 2 kes hatin kuştin
Li Duhokê di encama êrîşa çekdarî de 2 kes hatin kuştin. -
Li Wanê di asta rekorê de serlêdan li DEM Partiyê tê kirin
Li seranserê Wanê ji bo hevserokatiya şaredariyê 120 jin, 170 mêr bi giştî 290 kesî serî li DEM Partiyê dan. -
Evîndareke azadiyê: Besê Raperîn
Besê Raperîn heta kêliya dawî derbên giran li dijmin xist û tevlî karwanê şehîdan bû. Di nava PKK'ê de bû sembola ked, durustî û tevlîbûna bi fedakarî. -
Endamên DFG û MKG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed hatin ba hev
Endamên DFG û MKG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate revandin û 50 roj in agahî jê nayê girtin, hatin ba hev. -
Leşkerên Tirk careke din êrîşî karkeran kirin: 19 kes hatin binçavkirin
Jendermeyan careke din êrîş birin ser karkerên Ozakê ku 17 roj in li hemberî zext, mobbîng û derxistina ji kar li ber xwe didin. Di encamê de 18 karker û nûnerekî sendîkayê hatin binçavkirin. -
Kolberê birîndar piştî 17 rojan jiyana xwe ji dest da
Kolber Hebîb Rezayî ku di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de birîndar bûbû, piştî 17 rojan jiyana xwe ji dest da. -
HPG: Hevrêyên me Herekol û Kurtay şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Herekol Hezex 3’ê Kanûnê li Kerboranê di şerê li dijî dijmin de, Kurtay Şerzan jî 17’ê Mijdarê li qada Kemah a Erzînganê dema li ser wezîfeya xwe di encama xiyanetê de şehîd bû. -
Hevserokê DBP'ê yê Îslahiyeyê hate binçavkirin
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Îslahiyeyê Zekî Manas bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hate binçavkirin. -
Karasû: 2 rayedarên MÎT'ê di destê me de ne, lê ne xema kesî ye!
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, Tirkiye ya ku di pevguhertina dîlgirtiyên Hamas-Îsraîlê de hewl dide navbeynkariyê bike, rojekê li 2 rayedarên payebilind ên MÎT'ê nepirsîne. -
'Heta ew di greva birçîbûnê de bin, rûniştin li me nabe'
Afîfe Kartal ku kurê wê yê girtî di greva birçîbûnê de ye û ew jî li Nobeda Edaletê ye wiha axivî, "Di rewşekê de ku zarokên me li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne, em çawa dikarin li malê bi rehetî rûnên?" -
Berxwedana fedaî ya gerîla...
Gerîlayekî ku tevlî oprasyona şoreşgerî bû: "Her tiştên artêşa Tirk hene, lê belê hin tiştên me hene ku bi wan re nîne. Ew jî îrade, fedakarî û biryardariya li ser armanca xwe ye. Yanî fedaîtî ye." -
Girtiyê nexweş Guvcîn ê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
Girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn ê ku li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe Cizîrê hat veşartin. -
Walîtiya Şirnexê li 14 herêman ‘qedexe’ îlan kir
Walîtiya Şirnexê ragihand ku 14 herêmên weke "Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî" îlan kirine. -
Şandeya Jinan a Navneteweyî li Amedê ye
Şandeya Jinan a Navneteweyî li Amedê serdana Nobedarên Edaletê, MED TUHAD-FED, OHD û Odeya Tabîban a Amedê kir. -
Li Geverê serdegirtin: Kesek hate binçavkirin
Li Geverê di serdegirtina malan de kesek hate binçavkirin. -
Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdegirtina serê sbiehê de Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Remziye Bayhan hate binçavkirin. -
Aba: Mafê axaftinê ji destê me tê girtin
Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê Mûrad Aba, diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê axaftinê ji destê mirovan hatiye girtin û got, “Li Tirkiyeyê xebatek li ser yekrengiyê heye. Helbet li dijî vê rewşê em dertên.” -
Dayikên li Wanê di nobeda edaletê de ne: Bila tecrîd bi dawî bibe
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Wan TUHAY-DER'ê di roja 7'an de ye. Dayikan bang li hikumetê kirin ku daxwazên girtiyan qebûl bike. -
Yek ji cerdevanên ku tê îdiakirin Gun qetil kiriye, teslîm bû
Ji ber êrîşa çekdarî ya li dijî rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û kurê wî 4 kesên ku 3 jê cerdevan in der barê wan de lêgerîn heye. Hat hînbûn ku yek ji wan 60 salî teslîmî leşkeran bû. -
Cenazeyê rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun hat veşartin
Endamê Meclîsa Şaredariya Sêgirkê ya Dem Partiyê û rêveberê partiyê Ahmet Gun ku di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da li Sêgirkê hate veşartin. -
Hat îdakirin ku kesên rêveberê Dem Partiyê qetil kirine cerdevan in
Hat îdiakirin ku kesên rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Sêgirkê Ahmet Gun bi guleyan qetil kirin, cerdevan in. -
Endamê Dem Partiyê Ahmet Gun hate qetilkirin
Li Qilebanê wesayita Ahmet Gun ê reveberê DEM Partiyê dan ber guleyan û di encama bûyerê de Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da. -
KCK'ê sersaxî ji xizmên qurbaniyên şewata li Soran xwest
KCK'ê ji ber şewata li navçeya Soran peyamek weşand û sersaxî ji xizmên qurbaniyan û tevahiya gelê Kurdistanê re xwest. -
Şaredariyên Gel ên Şengalê ji bo namzetê PADÊ banga piştgiriyê kirin
Şaredariyên Gel ên Şengalê bal kişand ser keda namzetê PADÊ Qasim Keşko ya ji bo rizgarkirin û avakirina Şengalê û bang li xelkê Şengalê kir ku di hilbijartinên 18'ê Kanûnê yên encûmenên parêzgehan de dengê xwe bidin Keşko.