KNK: 11 saliya Şoreşa Rojava pîroz be!
KNK’ê bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û 11 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir.
KNK’ê bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û 11 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“19’ê Tîrmehê 2012’an ji Kobanê dengê xweseriyê bilind bû, çirîska şoreşa Rojavaya Kurdistanê pê ket û roj bi roj geş bû.
Rojavaya Kurdistanê ji mêj ve bû ku xwe ji xweseriyê re amade dikir. Ji Dêrikê, Qamişloyê, Amûdê, Serêkaniyê, Kobanê û Efrîn û erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve xwe amade dikir ku xwedî li çarenûsa xwe derkeve.
Di wan şert û mercên aloziya navxweyî ya Sûriyeyê de, Kurd û Kurdistaniyan hêza xwe kirine yek, da ku li Rojavayê Kurdistanê valahiyeke desthilatî çênebe.
Ji destpêkê ve dagirkerên Kurdistanê ji vê pêşketina li Rojava nerazî ne. Bi taybetî Tirkiye berê tîrên xwe yên bi jehr daye Rojavayê Kurdistanê. Li Kobanê li hemberî DAÎŞ’ê berxwedaneke destanî hate raberkirin û çete têk çûn.
Bi têkçûna DAÎŞ’ê re dewleta Tirk jî li Kobanê şkestineke mezin xwar. Piştî vê têkçûnê, berê xwe da Efrînê. Bi çeteyên xwe ve jiyana gelê herêmê kir dojeh. Lê gelê herêmê li hemberî vê zext û dagirkeriyê, ketine nava têkoşîneke bê hempa.
Rejîma Şamê, bi vê lewaziya xwe jî, di warê pêkhatineke demokratîk ya li tevahî Sûriyeyê de, hemû daxwaz û teklîfên maqûl û demokratîk ên rêveberiya Rojavaya Kurdistanê paşguh dike û bi vê pozîsyona xwe, rê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk vedike.
Di 100 saliya Peymana Lozanê de ya bêdad de, dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya Lozanîst di asta ekstremîst de didomîne û axa yekpare ya Rojavaya Kurdistanê jî parçe parçe dike û dixwaze vê destkeftiya gelê Kurdistanê û gelên herêmê têk bibe.
Em weke KNK, di 11 saliya avabûna xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê de gelên Kurdistanê û hemû rêveberiya polîtîk, îdarî, asayişî û leşkerî pîroz dikin.
KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê piştevaniyê xurt û mezin bikin.”