HPG’ê eşkere kir ku li Botanê gerîlayek şehîd bûye

HPG’ê eşkere kir ku gerîlayê bi navê Ahmet Taner (Argeş Koçer) dema ku roja 17’ê Hezîranê xwest çemê Dîcleyê derbas bike, ber avê de çû û şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“Li Botanê;

Hevrêyê me Argeş Koçer dema ku 17’ê Hezîrana 2023’an li Botanê li ser wezîfeya xwe bû, xwest çemê Dîcle derbas bike lê ber avê de çû û şehîd bû. Hevrêyê me Argeş bi fedakarî û xebatkariya xwe li Botanê bû yek ji mîlîtanên pêşeng. Bi tevlîbûn û hevrêtiya xwe ya dilnizm, ji hemû hevrêyên xwe re bû mîlîtanek mînak.

Hevrêyê me Argeş bi cewherê xwe yê paqij, bi felsefeya azadiyê ya Apoyî bû pêşengê gelê me. Di serî de malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Argeş Koçer wiha ne:

  Nasnav: Argeş Koçer

  Nav û Paşnav: Ahmet Taner

  Cihê ji dayikbûnê: Êlih

  Navê Dayik – Bav: Sûriye – Nayît

  Cih û dîroka şehadetê: 17’ê Hezîrana 2023’an / Botan

Gelê me yê Êlihê têkoşîna me ya azadiyê ji hevrêyê me Mazlûm Dogan ku yek ji sembolên Berxwedana Zîndana Amedê ye û yek ji kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê ye, nas kir. Di serî de fermandarê me yê efsanewî hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi hezaran zarokên xwe yên hêja tevlî nava têkoşîna azadiyê kiriye û rastiya gel a pêşengbûyînê danî holê. Di salên 1990’an de ku zext û komkujiyên dijmin pir zêde bûn û Hîzbûl-kontrayan mirovên me yên welatparêz li kolanan qetil dikir, gelê me yê Êlihê şerê parastina rûmetê dida û bi serhildanan bersiva pêwîst da dijmin û hevkarên wan. Gelê me yê Êlihê di bin her şert û mercî de, xwedî li Rêber Apo û şehîdên me derket û pêşengî ji şoreşa civakî ya li Bakurê Kurdistanê re kir.

Hevrêyê me Argeş weke zarokek ê gelekî welaparêz û hebûna xwe daye azadiyê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrêyê me Argeş weke ciwanekî bi rûmet ti carî zext, qirkirin û êrîşên dijmin ên li Kurdistanê qebûl nekiriye. Her tim fikirî ku divê li dijî dijmin têbikoşe û ji bo vê jî ket nava lêgerînan. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku sala 2012’an zindî bû, çawa ku hemû gelê me bandor kir hevrêyê me Argeş jî pir bi bandor kir. Hevrêyê me Argeş weke ciwanekî Kurd fikirî ku divê li hemberî gelê me wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne û biryar da ku tevlî têkoşînê bibe. Helbet mîna bi deh hezaran ciwanên Kurd hevrêyê me Argeş jî berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û sala 2014’an ji qada Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Argeş ji tecrubeyên hevrêyên xwe yên derbarê jiyana gerîla û çiya sûd wergirt û di demekî kurt de bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me derfet dît ku perwerdeyên xwe bixe pratîkê û bi tevlîbûna xwe afirêner û dirûst ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Hevrêyê me li qada Gabarê perwerdeya sûîqestê dît û bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Argeş di navbera salên 2015-2017’an de ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe zêde kiribûn, li qada Gabarê tevlî gelek çalakiyan dibe. Bi cesaret û xwînsariya xwe ya di van çalakiyan de rolekî girîng lîst. Hevrêyê me Argeş dema ku di lûtkeya tevlîbûna şer û jiyana gerîla de bû, di êrîşeke dijmin de birîndar dibe û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe.

Hevrêyê me Argeş li Herêmên Parastinê yên Medyayê birînên xwe dipêçe û di demek kurt de tevlî xebatan dibe. Bi sekna îradeyî, hezkirina jiyanê û berpirsyariya pêkanîna wezîfeyên şoreşê, ji hemû hevrêyên xwe re dibe mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me piştî pêvajoya tedawiyê li Dibistana Navendê ya Partiyê ya Mazlûm Dogan perwerde dibîne û di vê pêvajoyê de li ser heqîqet, felsefe û tarzê Rêbertî dikeve nava lêhêrbûnên kûr û bi rengekî hên bi bawertir û biryartir tevlî pratîkê dibe. Hevrêyê me piştî pêvajoya perwerdeyê tevlî xebatên leşkerî dibe û demekî li qada Metînayê wezîfe meşand. Hevrêyê me piştre tevlî nava xebatên YPS’ê dibe û ji bo ku li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2019’an li ser qada Heftanînê pêk anî bibe bersiv û tecrubeyên xwe yên şer ragihîne hevrêyên xwe, derbasî vê qadê dibe. Hevrêyê me li qada Heftanînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin, dibe û dibe yek ji pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê.

Hevrêyê me Bedran Koçer demekê fermandariyê ji hevrêyê me Argeş re dike û jê re pêşengiyê dike ku fêrî jiyana gerîla bibe. Hevrêyê me Argeş xwest di serî de hevrê Bedran Koçer xwedî li bîranîna hemû şehîdên me derkeve û têkoşîna xwe mezin bike. Fêm kir ku ev yek jî encex car din bi derbasbûna Bakurê Kurdistanê pêkan e û divê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bikeve nava şerekî aktîf. Lewma sala 2021’an careke din berê xwe dide qada Botanê. Li qada Botanê tevî gelek çalakiyên ku li dijî dijmin tên lidarxistin, bêyî teredut û bi tevlîbûna xwe ya li ser bingehê serkeftina teqez, bû mîlîtanekî Apoyî yê pêşeng. Hevrêyê me Argeş bi dilnizmiya xwe derdikeve pêş, ji bo ku şoreşa me ya ked û azadiyê bi ser bikeve ket nava gelek hewldanan. Bi van hewldanan cihê xwe di nava mîlîtanên Botanê de ku mirov nikare wan ji bîr bike, cih girt. Em soz didin ku di serî de hevrêyê me Argeş, xeyala “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” a hemû şehîdên xwe pêk bînin.

DERB LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

Li herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl;

16’ê Tîrmeha di navbera saet 12.00 û 16.00’an de 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin.

17’ê Tîrmehê di navbera saet 07.00 û 08.00’an de 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hatin xistin.

17’ê Tîrmehê di saet 13.00’an de carekê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hatin xistin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DEWAM DIKIN

Li herêma Avaşînê;

Roja 12’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li qadên Gundê Mehmud, Şehîd Agir û Astengê operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Ev operasyon hîna dewam dike.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Artêşa Tirk a dagirker 15 û 16’ê Tîrmehê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê û yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kirine û hewl daye tunelên me kun bike û bi kepçeyan hilweşîne.

15 û 16’ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 8 caran, qada Gundê Karawa ya Garê 1 car, qadên Girê Rosto ya Xakurkê, Girê Berbizina, Girê Kolîtû Ava Lolanê 5 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, qadên Gundê Şêlazê û Golka yên Metînayê û qada Girê Şehîd Kamuran a Xakurkê 326 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”