Malbata Dag û Er çûn serdana Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê

Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên girtî û di greva birçîbûnê de, çûn serdana Hizba Zehmetêkaşn a Kurdistanê.

Malbata Dag û Er serdana baregeha Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Hewlêrê kir. Di serdanê de hate xwestin ku ji bo daxwaza Er û Dag were qebûlkirin, hewil bê dayîn.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er k udi Girtîgeha Hewlêrê de dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê ya lixwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 61 roj in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe. Heta niha jî di der barê mijarê de rayedarên Herêmê tu daxuyaniyek nedane û bêdeng in.

Duh ji bo wergirtina agahiyek di der barê rewşa zarokên xwe de, malbata Mazlum Dag û Abdurehman Er ji Bakurê Kurdistanê çûn serdana Hewlêrê. Di nava malbatê de dayik û bavê Ebdurehman Er, Şahîn Er û Fatîme Er, dayîka Mazlum Dag Qudret Dag û mamê wî Hemîd dag hene.

Malbata Er û Dag îro serdana baregeha Hizba Zehmetkêşana Kurdistan ya li Hewlêrê kir. Di serdanê de hate gotin ku Er û Dag ji mafên xwe hatine bêpar hiştin û dixwazin ji girtiyên DAÎŞ’ê bên cudakirin. Malbatan got ku divê Er û Dag ji wê girtîgehê werin derxistin, ji ber ku ew girtiyên siyasî ne.

'EM DIXWAZIN MAFÊ ZAROKÊN ME WERIN DAYÎN'

Dayika Mazlûm Dag Qudret Dag axivî û got; “Em dixwazin mafê zarokên me werin dayîn, ji ber ku rewşa tenduristiya wan gelek nebaşe û zêdeyê du mehan e di greva birçîbûnê de ne. Divê cihê wan were guhertin, ji bo daxwazên wan werin qebûlkirin, em dixwazin piştgirî were kirin.”

Dayika Abdûrahman Er Fatma Er jî got; “Zarokên me di girtîgehê de di nava êş û êşkenceyê de ne. Jiyana wan di xeteriyê de ye, ji ber ku xistine nav çeteyên DAÎŞ’ê û mafê wan hatiye binpêkirin. Ji bo daxwazên wan bicih werin, em bang li aliyan dikin ku bibin alîkar.”

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN MALBATA DAG Û ER' 

Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Nîştiman Kemal jî got ku divê daxwazên girtiyan werin bicihanîn, mafê wan were dayîn û di bin çavdêriya mafên mirovan de bin. Kemal got; “Em li dijî binpêkirina mafên Er û Dag in, ji bo selametiya jiyana girtiyan, divê aliyên peywendîdar bi erka xwe rabibin. Ji ber ku daxwazên wan rewa ne, em piştgiriyê didin malbata Er û Dag.”