Partiyên siyasî serdana malbata Dag û Er kirin

Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Gelê Kurdistanê li Hewlêrê serdana malbatên Abdurrahman Er û Mazlûm Dag kir û xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.

64 roj in Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li dijî zext, îşkence û ferzkirina cilûbergên yektîp di girtîgeha PDK’ê ya Hewlêrê de, di greva birçîbûnê de ne. Ji ber xirabiya rewşa Dag û Er û gefên li ser wan, malbatên wan ji bo ji nêz ve ji rewşa zarokên xwe agahdar bibin, beriya çend rojan hatin Başûrê Kurdistanê. Malbatên Dag û Er bi armanca wergirtina piştgiriyê, serdana çend partiyên siyasî kirin û partiyên siyasî jî bi armanca piştgiriyê li Hewlêrê serdana malbatan dikin. Divê çarçoveyê de îro Rêveberê Polîtbûroya Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Şaxewan Xalid û endamên polîtbûroya partiyê Celal Îsmaîl û Heval Herêm serdana nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kirin û li nûnertiya HDP’ê li gel malbata Dag û Er hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de piştgiriya xwe ji daxwazên malbat û girtiyan re nîşandan.

‘REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ BER BI XIRABÛNÊ VE DIÇE’

Di dema serdanê de Dayîka Mazlûm Dag, Qudret Dag axivî û got: “Rewşa kurê min di girtîgehê de gelek xirab e. Wan di girtîgehê de xistine nava terorîstan de. Ew ne terorîst in, ew girtiyên siyasî ne. Ew dixwazin daxwazên wan li girtîgehê werin bicihanîn. Ji ber wê ketine greva birçîbûnû û rewşa wan a tendirustî roj bi roj xirabtir dibe.”

Piştre Dayîka Abdurahman Er, Fatma Er jî axivî û got: “Rewşa me ne baş e, ji ber rewşa kurê me em nizanin kengî roj e kengî şev e. Rewşa wan gelek xirab e. Jiyana wan di metirsiyê de ye. Cihê ku ew tê de dimînin gelek xirab e. Ew xistina nav çeteyên DAÎŞ’ê de. Wekî ku terorîst bin wisan nêz dibin. Pêwîst e daxwazên wan werin bicihanîn.”

Mamê Mazlûm Dag, Hemîd Dag jî diyar kir ku daxwaza wan ew e ku mafên Dag û Er di girtîgehê de neyên binpêkirin. Dag got: “Ev cara sêyem e di girtîgehê de dikevin greva birçîbûnê. Ev yek bûye sedem ku tendirustiya wan xirab bibe. Ji ber wê em naxwazin ew di nava çeteyên DAÎŞ’ê de bên girtin. Em dixwazin li gor yasayê daxwazên wan werin bicihanîn.”

Li aliyê din Rêveberê Polîtbûroya Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Şaxewan Xalid jî piştgiriya xwe ji daxwazên malbata Dag û Er re anî ziman. Xalid daxwaz kir ku daxwazên her du girtiyan di girtîgehê de werin bicihanîn.