Tê xwestin ku zeviyên Bedlîsê werin valakirin

Êrîş û dorpêça leşkerî ya li ser gundên Xîzana Bedlîsê didome. Dewleta Tirk a ku pêşî “qedexeya derketina derve” îlan kir, niha jî 10 gund weke “herêma ewlekariya taybet” îlan kir.

Artêşa Tirk ji 2’ê Tîrmehê ve li Xîzana Bedlîsê li Harat, Akûnûs, Govan, Nanîlan, Xalepûr, Kekulan Sureh û gund û mezrayên Pertavan, Kûran û Ureh dorpêç kiribû. Qedexeya ku di 2'ê Tîrmehê de bi "qedexeya derketina kolanan" dest pê kir, di bin navê "herêma ewlekariya taybet" de ji 14'ê Tîrmehê û vir ve dewam dike. Erdên bi tapû, baxçeyên fêkî û findeqan ji aliyê leşkerên Tirk ve tên talankirin. Gundiyên ku çûn cem qeymeqamtiya Xîzanê ji aliyê qeymeqam ve jî bersiva “Em ê dest deynin ser wan hemû daran” hatin. Gundiyan diyar kirin ku armanc valakirina herêmê ye. Gundên navborî di sala 1994'an de hatin valakirin, lê bi qanûna vegera gund re gundî vegeriyan gundên xwe. Niha 10 gund dîsa di bin metirsiya valakirinê de ne.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîsê Huseyîn Olan têkildarî mijarê agahî da û diyar kir ku îlankirina herêma ewlekariya taybet wê heta 28'ê Tîrmehê dewam bike. Olan anî ziman ku bi taybet li gundê Xalepûr dorpêçiyeke mezin heye û diyar kir ku bi şev bi topên hawanan li gund hatine xistin.

Olan, da zanîn ku bi parlementera Partiya Çepên Kesk Semra Çaglar re çûne hin gundên di bin dorpêçê de ne, lê nekarîn xwe bigihînin gelekan û got, "Qada 2-3 kîlometreyî heye. Bi qasî ku em dibînin, dixwazin gundiyan ji herêmê derxînin. Qaşo li wir hin kes hene û heta ku were dîtin wê operasyon bidome.”

JI BO ZEVIYAN PLANA DESTESERKIRINÊ

Olan bi bîr xist ku par li herêmê kuleyên nobetê hatin çêkirin û wiha got:

"Ji ber vê yekê jî bi hinceta operasyonê dixwazin herêmê vala bikin, bax û baxçeyên fistiqan wêran bibin. Ji ber ku embarên avê tên xirakirin, bax jî bê av dimînin. Gundî mexdûr dibin, ev zeviyên wan ên bi tapo ne. Qeymeqam ji gundiyan re got, 'Em ê van hemûyan desteserbikin'. Şevê topên hawanan û guleyan davêjin. Bombeyên ku neteqiyane, ji bo gundiyan metrisiyeke mezin e. Dibêje ‘em ji bo ewlehiyê dikin’, lê tiştên ku dikin tu eleqeya wan bi operasyonê re tune. Gundiyan mexdûr nekin, dev ji vê helwesta xwe berdin. Berhem zuha bûne."

Di dawiyê de Olan wiha got: “Ji ber sedema operasyonê, zirarê didin pergala ekolojiyê û her wiha ji bo kuleyên nobetê her der bibîne bejahî hişk dikin. Me mijar bir Meclîsê û me pirsnameyek amade kir. Me hewl da ku bi Alîkarê Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê bikin, lê bersiv nedan. Me xwest em xwe bigihînin Waliyê Bedlîsê, lê ew bi me re hevdîtin nekir. Em muxetebek nabînin. Me ji wan re got ku divê nivîsekî daxwazname bidin welatiyên ku bûne mexdûr. Gotin ku ji bo tespîtkirina xisar û ziyanan ew ê serlêdanê bikin.”