Siyasetmedar Hawrê Cebar: Neteweya demokratîk di pratîkê de pêk tê

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadiyê Hawrê Cebar diyar kir ku li hemberî modela kapîtalîst modela neteweya demokratîk a ku gelê Kurd pêşengiya wê dike, heye û got: “Sazkarê vê modelê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadiyê Hawrê Cebar der barê êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd tên meşandin ji ANF’ê re axivî. Cebar anî ziman ku gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê di bin dagirkeriya herêmî û navneteweyî de bûye û got ku ji ber vê yekê gelek şehîd dane.

‘QIRKIRINÊN CIHÊRENG TÊN KIRIN‘

Cebar, behsa cureyên qirkirinê kir û got: “Di gel qirkirina fîzîkî qirkirina çandî jî tê kirin. Li Başûrê Kurdistanê ev qirkirin bi awayekî gelek hovane tê kirin. Ji hêla exlaq, çand, nasname û ziman ve êrîşî gelê Kurd tê kirin û ev jî rengê xwe daye zihniyet û fikirîna civakê.”

’DIJMIN HEWL DIDE DENGÊN AZAD JI HOLÊ RAKE‘

Cebar anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê azadîxwazên gelê Kurd çi li bajaran be çi li gundan be rojane tên hedefgirtin û wiha pê de çû: “Dijmin wan dike armanc û hewl dide dengên azad ji holê rake. Lê belê hatiye piştrastkirin ku gelê Kurd bi van tiştan têk naçe. Dijmin dixwaze bi van rêyan îradeya me bişikîne. Lê belê destkeftî, hêz û îradeya heyî gel diparêze.”

‘BI RAMANÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN BÛNE XWEDÎ HÊZ’

Cebar destnîşan kir ku gelê Kurd êdî wekî sedsalên berê nîne ku civakeke bê fikr û bê rêber be û wiha domand: “Niha gelê Kurd li Rojhilata Navîn karaktereke sereke ye. Ev hêz û îrade jî bi rêbertiya fikr û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan e. Tu hêz û welatek bêyî vê fikr û îdeolojiyê nikare pêş bikeve.”

‘NETEWEYA DEMOKRATÎK DI PRATÎKÊ DE PÊK TÊ’

Cebar bal kişand bi ser modela Rêveberiya Xweser a li Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Welatên Ewropayê û sîstema kapîtalîst ew hemû modelên ku dixwazin li Rojhilata Navîn cîbicî bibin, heta niha nekarîne pêk bînin. Lewma em dibînin ku li hemberî vê yekê modela neteweya demokratîk a ku gelê Kurd pêşengiya wê dike, heye. Sazkarê vê modelê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û di pratîkê de tê cîbicîkirin û serkeftî ye jî. Em dibînin ku gelên Ereb, Kildan û Aşûr di nav vê modelê de dijîn û xwe tê de dibînin.”