Cenazeyê Şehîd Tolhildan Hîzan piştî 2 salan hate wergirtin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) ku 2 sal berê li Garzanê şehîd bû ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Yilmaz (Tolhildan Hîzan) ê ku di 23’yê Mijdara 2021'an de li Garzanê di şerekî de tevî Şoreş Ronî û Serhildan Garzan şehîd bûbûn, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.

Nêzî salek berê malbat mînaka DNA'yê dabû, piştî ku mînak li hev hat malbat îro ji navçeya Xîzan a Bedlîsê hatin Meletî. Malbat ji bo cenaze wergirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan û piştî xebatên pêwîst temam kirin ji bo wergirtina cenaze çûn goristana bêkesan a Meletî. Malbat demekê li bendê bûn ku cenaze ji cihê lê hatiye veşartin were derxistin. Lê gor piştî saet 17.00'an hat kolandin û cenaze radestî malbatê kirin.

Malbatê cenaze wergirtin û ji bo careke din veşêrin ber bi navçeya Xîzanê ya Bedlîsê ve bi rê ketin. Cenaze wê li gundê Gaydayê yê navçeyê bê veşartin.