Piştî 18 salan li Kerkûkê hilbijartina encumena parêzgehê

Piştî 18 salan hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê destpê kir.

Piştî 45 rojan duh di saetên sibehê de dema bangeşeyên hilbijartinên encumenên parêzgehan temam bû û bi awayekî fermî ji hêla Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve hate bidawîkirin û îro jî saetên sibehê de hilbijartina taybet destpê kir.

Di hilbijartina taybet a îro de polîs, artêş, Heşdî Şe’bî û hemû ew beşên wezareta navxwe û wezareta parastinê dengên xwe bi kar tînin.

Li gorî zanyariyên Komîsyona Serbixwe ya Iraqê li Kerkûkê 57 hezar dengderên taybet hene û ji bo van dengderan îro li Kerkûkê 161 cihên dengdanê hatine danîn.

Hilbijartinên Encumena Parêzgeha Kerkûkê piştî 18 salan cara yekem e ku tê lidarxistin. Ji ber ku berî niha bi hincetên rewşa taybet ên deverên Kurdistanî yên veqetandî ku di navber hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê da nakokî li ser wan heye, li van deveran hilbijartin nedihate kirin.

Piştî bûyerên Referandûm û 16’ê Cotmehê bi wekalet parêzgarekî şoven ê Ereb bi ser Kerkûkê de hate ferzkirin. Lewma aliyên siyasî yên Kurd bi xurtî xebatê dikin da ku bi awayekî herî zêde xelkê bibin ser sindoqên dengdanê û zêdetirîn rêjeya dengan bi dest bînin.

Li gorî zanyariyên Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Kerkûkê mafê dengdanê yê mîlyonek û 15 hezar û 3 sed kesî heye. Li gorî amarên Komîsyonê ji bo hemwelatiyan 813 hezar kartên elektronîk hatine amadekirin û %75ê hemwelatiyên Kerkûkê kartên xwe wergirtine.