Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir

Delegasyona Jinan a Navneteweyî hevdîtinên xwe yên li Amedê bi serdanên li DBP, MGK, DFG û Baroya Amedê bi dawî kir.

Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji hiqûqnas, parlamenter, ekolsojîst û nûnerên saziyên civaka sivîl ya welatên cuda ya Ewropayê pêk dihat piştî serdanên li Stenbolê li Amedê jî sê rojan serdana saziyan kirin. Şande çû serdana Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Baroya Amedê û Partiya Herêmên Demokatîk (DBP).

Şande ewil çû serdana MKG’ê û seroka MKG’ê Roza Metîna, Midûra Nûçeyan a JINNES’ê Safiye Alagaş û endama DFG’ê Gulşen Koçuk heyet pêşwazî kirin. Ji bo endamên delegasyonê der barê damezrandina MKG’ê û armanca wê de, zextên li ser rojnamegeran de ragîhandin hatin kirin. Her wiha der barê rojnameger Dîcle Muftuoglu û rojnamegerên girtî de jî agahî hatin dayîn.

Şande piştre çû Baroya Amedê û li wir bi serokê baroyê Nahît Eren re hatin gel hev. Şande herî dawî çû sredana DBP’ê û bi endam û rêveberên wê re hatin gel hev. Di hevdîtinê de pergala tecrîda li Îmraliyê hat axaftin û der barê grevên birçîbûnê de ji delegasyonê re agahî hatin ragîhandin.