Encumena Kurdên Kerkûkê: Bi dengdanê Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin

Encumena Kurdên Kerkûkê anî ziman ku ji bo ku rê li ber proseya guhartina demografyaya bajêr bê girtin, divê hemû Kurdên Kerkûkê beşdarî proseya dengdanê bibin û got: “Bi dengdanê Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin.“

Encumena Kurdên Kerkûkê ku ji gelek kesayet, rewşenbîr, nivîskar, çalakvan, wêjekar, serokeşîr û siyasetmendarên Kerkûkê pêk tê li Navenda Diyalogê li Kerkûkê civîneka çapemeniyê li dar xist û hişiyariya li ser hestyarî û girîngiya hilbijartina ku di roja Yekşemî tê kirin, dan.

Daxuyaniya Encumena Kurdên Kerkûkê ji hêla Mihemed Seyid Kerîm ve hate xwendin. Kerîm anî ziman ku tevî ku Osmaniyan çend sedsalan li ser vê herêmê hikumranî kiriye û li ser guhartina demografyaya herêmê bandora wan hebûye, lê Kurdan her tim piraniya rûniştiyên Kerkûk pêk aniye.

PROSEYA EREBKIRINÊ

Di daxuyaniyê de Kerîm amarên endamên Encumena Bajarê Kerkûkê yên 102 sal berî niha jî vegot û got: “Di yekemîn îdareya encumena Kerkûkê de ku ji 12 endaman pêk dihat, rêjeya endamên Kurd %50 bûye. 102 sal berî niha hejmara endamên Encumena Kerkûkê bi vî rengî bûye: şeş Kurd, sê Tirkmen, yek Xristiyan, yek Cihû û yek Ereb. Lê belê awayê niha yê nûnerên pêkhateyên Kerkûkê di Encumena Nûneran a Iraqê de û di Encumena Bajarê Kerkûkê de li gorî wê demê bi sûda Ereban guherîneke zêde tê de çêbûye. Sedema vê guherînê ya serekî jî proseya Erebkirin û guhartina demografyaya Kerkûkê ye.

Ev guherîn bi zerara pêkhateyên din bi encam bû. Mixabin di bin siya zihniyeta neteweperest a desthilatdariya Ereb de bi navê Iraqa federal û demokrat proseya erebkirinê berdewam e. 20 sal piştî hilweşîna rejîma Beesê hîna jî proseya Erebkirinê berdewam e û zilm li pêkhateyên din tê kirin.”

‘BEŞDARÎ DENGDANÊ BIBIN‘

Kerîm diyar kir ku ji bo pêşîgirtina proseya Erebkirinê, divê gel ji bo Encumena Bajarê Kerkûkê beşdarî proseya dengdanê bibe. Di dawiya daxuyaniyê de Kerîm bang li Kurdên Kerkûkê kir û wiha got: “Gelî Kurdistaniyên Kerkûkê, ji bo ku rê li ber zê zilma mezin bê girtin ku li me tê kirin, ji bo ku rê li ber proseya guhartina demografyaya bajêr bê girtin, em daxwazê ji we dikin ku hûn beşdarî proseya dengdanê bibin û di nav lîsteyên Kurdistaniyan de kesên xwedî karîn û qabiliyet û dûr ji hizbparêziyê hilbijêrin.”