Yadgar Elî: Ev hilbijartin rapirsî ye li ser Kurdistanîbûna van deveran

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Yadgar Elî behsa girîngiya encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selahedînê kir û got: “Rehendeke vê hilbijartinê ya neteweyî ji bo gelê Kurd heye. Divê Kurd bi hişyarane tev bigerin.”

Têkildarî hilbijartina li deverên Kurdistanî yên di sînorên madeya 140’î de û li ser destwerdana dewletên herêmê bi giştî û ya dewleta Tirk bi taybetî, ANF’yê bi rojnameger û çavdêrê siyasî Yadgar Elî re hevpeyvînek saz kir.

Yadgar Elî di destpêka nirxandinên xwe de behsa girîngiya hilbijartinê kir û got: “Aliyê vê hilbijartinê yê neteweyî zêdetir e. Lewra girîng e ku xelk bi hişyarane beşdarî hilbijartinê bibe. Belgenameyên dîrokî Kurdistanîbûna van deveran nîşan didin, tenê em bi rêya aşitî û demokrasiyê dikarin Kurdistanîbûna van deveran biparêzin û nehêlin ku êdî siyaseta faşîst a erebkirinê li van deveran berdewam bike.”

Yadgar Elî di berdewamiya nirxandinên xwe de qala encamên piştî Referandûmê û bûyerên 16’ê Cotmehê kir û got: “Piştî bûyerên Referandûmê û 16’ê Cotmehê, gelê Kurd rastî siyaseta xerab a dewletên herêmî, bi taybetî ya dewleta Tirk hat. Dewleta Tirk li Kerkûkê bi hemû awayên darayî û çapemeniyê piştgiriya kampanyaya Tirkmenan dike. Rewşeke wisa li Kerkûk û deverên veqtedandî çêkiriye ku dixwaze gelê Kurd li van deveran bibe biyanî, lê di rastiya xwe da xwediyên eslî yên Kerkûk û navçeyên veqetandî Kurd in. Lewra divê Kurd hay ji vê siyasetê hebin ku li ser deverên Kurdistanî tê kirin. Pêwîst e em bi vê hilbijartinê rê li ber vê siyasetê bigirin.”

Der barê belawelabûna navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bandora wê ya xerab de, Yadgar Elî amaje bi sedema wê belawelabûnê kir û got: “Partî ji veguhastina vê belawelabûnê berpirsyar in û bi pileya yekem PDK ji vê belawelabûnê berpirsyar e. Çiku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û têkiliyên wê di destên PDK’yê de ne.”

Yadgar Elî di dawiya nirxandinên xwe de behsa bername û siyaseta PDK’yê kir û wiha got: “PDK amade ye ku kesekî Tirkmen yan jî Ereb berbijêr bike, lê belê ku mesele tê ser aliyên Kurdî yên wekî YNK, helwesteke cuda nîşan dide. Sedema vê yekê ew e ku PDK ji hevkêşeyan fam nake yan jî ajandayeke din  bi cih tîne. Em nikarin li ser wê biryarê bidin, lê belê em wê yekê dibînin ku ev ajanda xizmeta Kurdistanîbûna van deveran nake. Lewra em daxwazê ji xelkê dikin ku bi hişyarane tev bigerin û li hember vê yekê helwesta xwe nîşan bidin û bi nêrîneke Kurdistanî beşdarî hilbijartinê bibin.”