Şêrzad Semed: Li Kekûkê hin Erebên şoven di nava hewldanên xirab de ne

Berpirsê Hilbijartinan ê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzad Semed derbarê hilbijartina li Kerkûkê de got ku hin Erebên şoven ji bo pencemora dengdêrên Kurd neyê xwendin di nava hewldanên xirab de ne.

Berpirsê Hilbijartinan ê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzad Semed diyar kir proseya hilbijartinê bi başî bi rê ve diçe û got ku hewldanek a Erebên şoven heye ji bo pencemora dengdêrên Kurd neyê xwendin, lê rêjeyek kêm e. Her wiha diyar kir ji ber xirabiyên desthilata heyî, li hinek cihan dengdêrên Ereb dengên xwe dişewitînin.

Îro di saet 07:00’an de dengdana taybet a encûmenên parêzgehên Iraqê destpêkir û wê heta saet 18:00’an berdewam bibe. Derbarê dengdana taybet a hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de Berpirsê Hilbijartinan ê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzad Semed agahî da.

Şêrzad Semed da zanîn ku dengdana taybet bi awayek asayî bi rê ve diçe û heta niha rêjeya ji sedî 50 derbas kiriye û pêşbînî tê kirin di demên pêş de ev rêje zêdetir bibe.

Derbarê pirsigrêkên derdikevin de jî Şêrzad Semed wiha axivî: “Li hinek navendan kêmanî hene, lê ne ewqas zêde ye ku mirov bikeve nav fikaran. Ew jî nexwendina qartên dengdêran an jî nexwendina pencemor ya hinek dengderên Kurd e. Ev jî wek hewlek ya şovenîstî dibînin. Lê cihê keyfxweşiyê ye rêjeya van binpêkirinan kêm e.”

Her wiha Şêrzad Semed eşkere kir li hin deverên dikevin başûrê Kerkûkê, ji ber xirabiya desthilata li herêmê heyî hinek dengdêrên Ereb dengên xwe dişewitînin.