Olan: Sedema tecrîdê ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e

Parlamenterê Bedlîsê yê ji DEM Partiyê Huseyîn Olan got, yek ji sedemên herî girîng ên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e.

Parlamenterê Bedlîsê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Olan li ser tecrıda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan bi bîr xist ku nêzî 3 sal in tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û anî ziman ku gelek sedemên vê tecrîdê hene. Huseyîn Olan got, "Sedema herî girîng jî ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Çavkaniya hemû pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyeyê israra li ser çareseriya bi tedbîrên ewlekariyê û tundiyê ye. Bloka faşîst, nijadperest û înkarê ku AKP-MHP niha serkêşiyê jê re dike, li ser vê bingehê desthilatdariya xwe dewam dike. Pêla neteweperest, nijadperest û mîlîtarîst ji bo karibe hîn bêhtir li ser desthilatdariyê bimîne, polîtîkayeke bi vî rengî ya zanebûn dimeşîne."

TECRÎD NE TENÊ LI GIRAVA ÎMRALIYÊ YE

Olan ragihand ku tecrîda mutleq ne tenê li Îmraliyê ye, di serî de saziyên gelê Kurd li ser her kesên li ber desthilatdariya faşîst radibin tecrîd tê meşandin û got, "Mînak; li parlamentê nêzîkatiyên li parlamentê li hemberî me parlamenteran tê nîşandan, nêzîkatiyên dijminane ye. Desthilatdarî baş bi vê zane; eger tecrîda li ser Birêz Ocalan sist bike wê dengê xwe kêm bike. Lewma jî li gel hilweşîna aborî, civakî û siyasî jî tecrîdê bi israr dewam dike."

Olan diyar kir ku di halê hazir de ji bilî tevgera Kurdan muxalefetek nîne û bal kişand ser zordariya li zindanan. Olan got, "Kiryarên heyî yên li zindanan nayên qebûlkirin. Ji aliyekî ve dirêjkirina cezayê girtinê bi rengekî kêfî, li aliyê din jî poşmaniya tê ferzkirin, êrîşên li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Greva birçîbûnê di roja 19'an de ye. Divê daxwazên mafdar ên girtiyan tavilê bi cih bêne anîn. Bêyî ku dereng bimîne divê daxwazên girtiyan bi cih bêne anîn. Ya rast, çalakiyeke bi vî rengî ji bo girtiyan divê çareya herî dawî be. Ji ber ku civak bi têrkerî bi rêxistin nîne û bi berpirsyarî tevnagere, ev bar dikeve ser milê girtiyan ku ev yek jî rast nîne. Divê civak berpirsyariya xwe bi cih bîne, bersiv ji daxwazan re bê dayin û çalakî jî bi dawî bibe."