20 ciwanên Kurd ên tevlî nava refên gerîla bûn, perwerdeya xwe temam kirin û bang li gelê Kurd, ciwanan û raya giştî kirin.
Ciwanan bi daxuyaniyekî diyar kirin ku ew weke ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û di heman demê de ji bo silavkirina sala 46’an a PKK’ê tevlî nava refên gerîla bûne.
‘JI BO MEZINKIRINA ŞERÊ AZADIYÊ, TEVLÎ REFÊN GERÎLA BIBIN’
Hate destnîşankirin ku dagirkerî encex wê bi têkoşîneke xurt têk biçe û wiha hate gotin: “Em li dijî derewên şerê taybet ê dewleta Tirk, hatine vir. Divê her ciwanek Kurd vê sekna me ji xwe re mînak bigire. Dagirkerî beriya her tiştî encex wê bi têkoşîna di nava refên gerîla de têk biçe. Lewma jî em bang li ciwanên keç û xort ên Kurdistanê dikin; divê werin tevlî nava refên gerîla bibin. Em bi hev re bi fîzîkî Rêberê xwe azad bikin, gel û welatê xwe ji çewisandinê rizgar bikin. Ji ber ku Kurdistan mêtingeh e, mêtingeha leşkerî ye. Lewma rizgariya Kurdistanê encex bi têkoşîna leşkerî ya di nava refên PKK’ê de pêkan e. Bê guman pêşengî û berpirsyariya vê beriya her kesî ayîdê ciwanên keç û xort ên Kurdistanê ne. Divê ew jî baş bizanin ku; her tevlîbûneke di nava refên gerîla de, li dijî dijminê xwînrêj derbeyek e. Lewma werin em hemû şerê azadiyê mezin bikin û bi ser bikevin.”