Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e

Abdurrahîm Gun ê di êrîşa ku bavê wî Ahmet Gun hatibû qetilkirin de birîndar bibû, anî ziman ku berpirsiyar sercerdevanê dewletê yê kevin Şeyhmuz Babat e.

Endamê Meclisa Şaredariyê ya Sêgirkê û Rêveberê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêgirkê Ahmet Gun ku li gundê Taloka yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê rastî êrîşa cerdevanan hat, jiyana xwe ji dest da û kurê wî Abdurrahim Gun jî birîndar bû. Piştî êrîşa 11'ê Kanûnê; Abdurrahîm Gun ji bo dermankirinê ewil birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê û ji lingê xwe emeliyat bû.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya Gun baş e û wê 2 emeliyatên din jî bibe. Îfadeya Gun ê ku tedawiya wî didome, roja sêşemê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Amedê ve li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, hate girtin.

‘GEF DIXWARIN’

Gun da zanîn ku îfadeya wî ji aliyê cendirmeyan ve hatiye girtin û wiha got:

“Ez, bavê xwe û pismamê xwe Mahmut Gun ji bo êzingan şêwatê çûn gund. Dema taştê dixwarin, erebeya wan ji ber me derbas bû û 50 metre dûrî me sekinî. Ji erebeyên xwe peya bûn û ji me pirsîn, 'Hûn li vir çi dikin? Li ser gefên wekî 'Ji vir bicehimin' nîqaş derket. Piştre jî bi qûndaxa çekan êrîşî me kirin. Çekên Siddik û Enver Babat hebûn. Her wiha demança Enver jî hebû. Di şerê navbera min û Siddik de çekek teqiya. Armanca min ew bû ku berî ku rewş xerab bibe çekê ji destê Siddik bigirim. Di dema şerê bi Siddik re Omer Babat bi gopalê li pişta min xist û ez ji ser xwe ve çûm û ketim erdê. Ji ber ku min hevsengiya xwe winda kir, Siddik du dest gule berdan. Guleyek li lingê min ket û ez ketim erdê. Paşê Siddik, Enver Babat û Omer Yarar êrîşî bavê min kirin. Dema Siddik gule berda bavê min, bavê min ket erdê. Di vê navberê de Ebûbekir Babat bi pismamê min Mahmut re şer dikir. Piştî ku bavê min ket erdê, Omer Yarar li wesayîta xwe siwar bû û ber bi Sêgirkê reviya. Enver, Siddik û Ebûbekir berovajî reviyan.”

Gun diyar kir ku di bûyerê de cerdevanê berê Şeyhmuz Babat berpirsiyarê herî sereke ye û wiha got: “Berê di navbera zarokan de nîqaş û şer derket. Me gelek caran ji bo çareserkirina pirsgirêkê ev yek ji wan re ragihand, lê her carê gef li me xwarin. Malbata me rastî ambargoyê hat. "Em dixwazin hesab ji kesên ku ev yek kirine  bê pirsîn û cezayên pêwîst bên dayîn."