Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Ermûşê hate weşandin

Dîmenê çalakiya sabotajê ya li qada Ermûşê, ku di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin, di Gerîla TV de hate weşandin.

Di dîmen de ku li Gerîla TV hate weşandin, tê dîtin ku piştî derba Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê çawa leşkerên Tirk dikevin nava panîkê, direvin û piştre jî vedigerin qada çalakiyê û mirî û birîndarên xwe ji qadê dibin.

HPG'ê di 14'ê Îlonê de li ser çalakiyê daxuyaniyek dabû û gotibû, "12'ê Îlonê li qada Ermûşê piştî demek ji kontrolkirina dagirkeran saet di 06:00 de bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin."