Gelhat ê HPG'yî: Em ê nehêlin dijmin li çiyayên Kurdistanê bimîne

Gerîlayê HPG'ê Gelhat Gabar ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê her tim li ber xwe bidin û destnîşan kir ku heta gerîlayek hebe wê dijmin nikaribe li çiyayên Kurdistanê bi rehetî bimîne.

Di sala 2023'an de çiyayên Kurdistanê bû qada şerê mezin û berxwedana dîrokî. Yek ji gerîlayên ku di vê berxwedana dîrokî de bû Gelhat Gabar qalê kir ku têkoşîna azadiyê tevkariyeke çawa li gelê Kurdistanê kiriye, serketinên çawa bi dest xistiye.

Gelhat Gabar ê HPG'yî destpêkê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Demeke dirêj e em nikarin ji Rêber Apo agahiyê werbigirin. Bêguman ev yek me dixe nava fikaran. Rêberê me li Îmraliyê tevî her cûre êşkenceyê jî serî natewîne. Dijmin tecrîdê giran dike û dixwaze gerîla lawaz bike. Lê belê gerîla di sala 2023'an de berxwedaneke mezin kir. Ev berxwedan encama keda Rêberê me û hevrêyên me yên şehîd bûne.

Li her derê li dijî her cûre êrîşan hevrêyên me bi ruhê Apoyî li ber xwe didin. Dewleta Tirk mîna ku serketî ye ji civakê re propagandayê dike, lê belê li pêşberî berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe. Dijmin teknîka xwe ewqasî dinepixîne ku jê heye bi hêza teknîkê liv û tevgera me û çalakiyên me asteng dike, lê belê her kesî dît ku xwe dixapîne. Gerîla bi rê û rêbazên nû êrîşên dijmin têk dibe. Leşkerên Tirk di nava tirs û fikaran de ne. Bawerî û îradeya wan leşkeran tenê teknîka wan e ku xwe dispêrê. Lê belê me ev teknîk têk bir. Çi dibe bila bibe gerîla wê her tim li hemberî êrîşan li ber xwe bidin û li pêşiya dagirkeriya Tirk bibin asteng. Gerîlayekî bi tenê jî bimîne wê dijmin nikaribe li çiyayên Kurdistanê rehet bimîne. Bila dewleta Tirk zanibe ku em ê ti carî teslîmî dagirkeran nebin."