KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke din weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker hate kirin. -
Kalkan: Gerîlatiya sala 1984’an hê jî li ser xwe ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir çawa ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de ew bi cesaret û fedakariyeke mezin çûne ser faşîzmê, niha jî fedaîtiyê di asta lûtkeyê didomînin. -
Helbestvan û pêşengekî têkoşînê: Mûstafa Gezgor
Çekdarekî jêhatî, rêxistinkarekî baş bû. Demekê li Rihayê li malên komunê gelek kes perwerde kir. Gezgor komunîstek bû. Bû milîtanekî pêşeng ku di demeke kurt de baweriya bi şoreşê da girseyan. -
Mîrateyeke têkoşînê: Akademiya Mahsûm Korkmaz
Akademiya Mahsûm Korkmaz di dîroka me ya partî û têkoşînê de xwedî cihekî gelekî girîng e. Hem ji aliyê pêşvebirina têkoşînê ve bi roleke girîng rabûye hem jî karên perwerde û dibistanê hemûyan xwe spartin vê mîrateyê. -
Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadî kir
Şandeyek Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê ji bo guftûgokirina hilbijartinên encûmenên parêzgehan serdana Tevgera Azadî kir. -
Li Merîwanê şewata daristanan belav dibe, Tehran mudaxele nake
Şewata daristanên herêma Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ku li sê cihên cuda yên daristanên herêma Merîwanê derket, li qadeke berfireh belav bû, dewlet bi ti awayî mudaxele nake. -
HPG: Dewleta Tirk bi zanebûn bombeyan li gel dibarîne!
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk li Garê û Amediyê bi zanebûn bombe li gel barandiye. -
'Mînakeke din a sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê nîne'
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got, "Birêz Ocalan di nava sîstemeke êşkenceyê de tê hiştin ku mînaka wê di dîrokê de nîne. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bala xwe li ser mijarê be." -
HPG: Hevrê Destan bi fedaî meşiya şehadetê
HPG: Hevrê Destan Botan li Nisêbînê li dijî bi sedan dijminên ku dora wê girtin, bi tena serê xwe şer kir. Ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bi fedaî meşiya şehadetê. -
Li gel nerazîbûn û bangawaziyê jî PDK li Zapê bi pêş ve diçe
Dewleta Tirk a dagirker sê sal in li hemberî berxwedana gerîla nikare li Zapê bi pêş ve biçe. Lê belê bi hevkariya PDK'ê hêzên xwe li herêmê bi cih kir. Li gel nerazîbûnan jî ev hewldana PDK'ê dewam dike. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Amediyê barand
Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişa roja Yekşemê ya li Garê ku yekser li dijî wesayiteke sivîlan hate kirin, vê carê jî bombe li gundekî Amediyê barand. -
Nûnerê Mesîhiyên Şengalê: Me divê xweseriya Şengalê hebe
Nûnerê Mesîhiyên Şengalê Gabrîel Şemûn da zanîn ku li Şengalê 3 dêrên wan hilweşandî, 80 malên wan jî şewitîne û got: "Niha em li Deşta Nînovayê li ser herêmeke serbixwe dixebitin. Em naxwazin ku xwe ji Iraqê qut bikin, lê me divê xweseriya Şengalê hebe." -
Gotina 'me bi ser xist' a Hayrî di 15'ê Tebaxê de li çiyê deng veda
Rêber Apo dema dibihîze ku çalakî bi serketî derbas bû, bêhn tê ber wî û dibêje 'me bi ser xist'. Gotina 'me bi ser xist' a hevalê Hayrî ku li zindana Amedê di biryara rojiya mirinê de gotibû, vê carê bi Pêngava 15'ê Tebaxê re gihîştibû çiyê. -
Xendekên li ser sînor felaketa lehiyê ya li Wanê mezin kir
Li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê, lehiya ku çend roj berê rabû, bû sedema xisara madî û manewî. Xelkê navçeyan nerazîbûn nîşanî Walî dan. -
Jiyana bi sirgûn û xizaniyê
Hevjînên Gultekîn ên extiyar ku li gundê Markê yê navçeya Licê ya Amedê dimînin, di salên 1990'î de gundê wan hate şewitandin û hatin sirgûnkirin. Malbat vegeriya gundê xwe, lê niha di nava xizaniyê de ne. -
'15'ê Tebaxê mîlada yekîtiya gelê Kurd e'
Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li qadên gerîla bi coşeke mezin tê pîrozkirin. -
Şengalî vedigerin warê xwe
Vegera Xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. Îro 11 malbatên Sîbayê yên li kampên başûrê Kurdistanê diman vegeriyan warê xwe. -
Li Mexmûrê 9'emîn salvegera êrîşa DAÎŞ'ê hat şermezarkirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 9'emîn slavegera êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser wargehê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervana YPJ’ê Şêrîn Elî (Adar Cûdî) ku di encama qezayekî de şehîd bibû, li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin û gerîlayê HPG’ê Şoreş Serhildan hat bibîranîn. -
Li Çemankê êrîşa hewayî: Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû
Balefirên şer yên dewleta Tirk li gundê Bilindbasa yê girêdayî nehya Çemankê ya herêma Garê wesayîta sivîlan bombebaran kir û di encama bombebaranê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin
Di çalakiyên gerîla de yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin. -
HPG: Nasnameya jin a azad temsîl kir
HPG'ê nasnameya gerîlaya li Garzanê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêya me Ardem li ser xeta fedaîtiyê şer kir û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya Apoyî. Bi têkoşîn û sekna xwe, nasnameya jin a azad temsîl kir." -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Çemçemalê barand -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî navçeya Çemçemal a li Silêmaniyeyê barand. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê agir bi qadê ketiye. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Cûdî weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand ku ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate kirin. -
Aram Tîgran li warê şoreşê deng vedide
Aram Tîgran ku ji jiyana sîstemê qut bû û bi berdêl, ked û fedakariyê mezin tevkariyeke mezin li hunera Kurd kir, timî ji bo gel huner kir. Gel jî li her qada şoreşê xwedî li Aram Tîgran derdikeve.