'Xerabtirîn kabîne, kabîneya Mesrûr Barzanî ye'

Mamosta û çalakvan Dawid Mihemed destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê di mijara bertengkirina azadiya rojnamevaniyê de û di mijara tundûtîjiya li hember rojnamevanan de xerabtirîn kabîna kabîneya Mesrûr Barzanî ye.

Çalakvan Dawid Mihemed der heqê azadiya rojnamevanî û girtina rojnamevanan de ji ANF’yê ra axivî û got: “Li Herêma Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê û azadiya raderbirînê roj bi roj xerabtir dibe.”

“VÊ KABÎNEYÊ AZADÎ Û PRENSÎBÊN ME XISTINE BIN PIRSYARÊ”

Dawid Mihemed li ser kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê nirxandin kirin û got: “Diviya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî baş û qanûnane li rojnamevaniyê binêriya, di çarçoveya qanûnan de bi rojnamevanan re bidaya û bistanda, ne ku bi ajandayeke hizbî. Girtin û zîndanîkirina rojnamevanên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî rûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ba raya giştî pîstir kiriye. Lewma hemû ew xebatên ku me berê kiribûn ku yek ji armancên me bicihkirina demokrasiyê û mafên mirovan bû, dixe bin pirsyarê. Mixabin niha ev partî li dijî prensîbên xwe yên demokrasiyê sekinîne, bi taybetî PDK ku di navxwe û derve de nimûneyeke xerab nîşan dide.”

“DI TUNDÛTÎJIYA LI HEMBER ROJNAMEVANAN DE EV KABÎNE XERABTIRÎN KABÎNE YE”

Dawid Mihemed her wiha behsa rewşa rojnamevaniya li Herêma Kurdistanê kir û got: “Di kabîneyên berê de jî rojnamevan ji îşkence û tundûtîjiyê bê par nebûn, lê belê xerabtirîn îşkence û bêrêziya li hember rojnamevanan di vê kabîneya Mesrûr Barzanî de çêdibe. Ev yek nayê veşartin, çiku amar vê yekê nîşan didin.”

“PDK AJANDAYA DIJMINÊN ME B CIH TÎNE”

Der barê demokrasiya li Herêma Kurdistanê de Dawid Mihemed ev tişt anîn ziman: “Pêkanîna demokrasiyê ji bo pêşveçûna civakê ye. Gava ku demokrasî li welatekî hebe, wê demê hemû sektorên wê civakê pêş dikevin. Lê belê PDK ajandaya dijminên me bi cih tîne. Lewra hez ji pêşketina vî welatî nake, naxwaze ku Kurd xwedî rûmet û kerametê bin. Bi piştrastî ez vê yekê dibêjim, heta ku PDK hikumran be, rewşa rojnamevanan dê ji niha baştir nebe.”

“GEL Û DEMOKRASÎ WÊ BI SER BIKEVE”

Dawid Mihemed di axaftinên xwe de qala dirûşmên PDK’yê jî kir û wiha got: “Partiyek e ku ji naverasta salên çilî ve ava bûye û yek ji dirûşmên wê jî demokrasî ye, lê belê em dibînin ku berevajî vê yekê nahêle ku di bin desthilatiya xwe de xwepêşandanek jî çêbe û bi tirsandinê bersiva daxwazan dide. Ji ber vê yekê em dibêjin ew dirûşm ne dirûşmên rast in. Lewra em dibêjin dîrokê nîşan daye ku her partî û aliyek ku ber bi dîktatoriyê gavan biavêje, dawiya wê zibildanka dîrokê ye û gel û demokrasî bi ser dikeve.”