Cenazeyê şehîd Tolhildan Hîzan di bin dorpêçiyê de hate veşartin

Cenazeyê gerîlayêw HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) ku piştî 2 salan radestî malbata wî hate kirin, di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) di sala 2021’ê de li Herêma Xerzanê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Yilmaz, li gundê Gayda yê navçeya Xîzan a Bedlîsê hate veşartin. Piştî ku Yilmaz jiyana xwe dest da, cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin û piştî du salan radestî malbata wî hate kirin. 
 
Malbata ku cenazeyê kurê xwe girt, ber bi Bedlîsê ve bi rê ket û bi şev gihîşt gund. 
 
Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î ji hêla endamên malbatê ve û di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.