Fermandariya Eyaleta Serhedê kesên ku sûc kirine, hişyar kir

Fermandariya Eyaleta Serhedê diyar kir ku wan li herêmê hin kesên ku xwestine li ser navê rêxistinê pereyê gelê welatparêz bidizin, tespît kirine û ev hişyarî kir: “Bawerî bi dizan neyînin, bi hestiyar û xwedî helwest bin.”

Fermandariya Eyaleta Serhedê daxuyaniyek nivîskî da û têkildarî kesên ku xwestine li herêma Serhedê li ser navê rêxistinê pereyê gelê welatparêz bidizin, hişyarî li gel kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêzên me tespît kirine ku hinek kes li ser navê rêxistina me li herêma Serhedê xwestine ji gelê me yê welatparêz pere bidizin. Yaşar Karadenîz, Harûn Oral û bavê wî Halît Oral li ser navê rêxistina me hewl didin ji gelê me pere kom bikin. Bi taybetî jî agahiya me heye ku Yaşar Karadenîz berê jî sûcên heman kirine; sûcên mîna dizîna nirxên rêxistin û gelê me kiriye.

Em bang li gelê Serhedê yê welatparêz dikin ku bawerî bi dizên bi vî rengî neyînin, bi hestiyar û xwedî helwest bin. Divê bê zanîn ku rêxistina me ti wezîfeyeke bi vî rengî nedaye van kesan. Em bi rengekî cidî hişyarî li van kesên navborî dikin, destdirêjiya li nirxên gelê me sûcekî mezin e û divê demildest dest ji vê yekê berdin.”