Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê rêjeya tevlîbûna hilbijartinan eşkere kir

Di saet 18:00’an de dengdana taybet a ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê bi dawî hat. Sindoqên dengdanê hatin girtin û tomarên dengan ji bo komîsyona hilbijartinê hatin şandin. Komisyon jî wê dest bi cûdakirina dengan bikin.

Îro di saet 07:00’ê sibehê de li seranserî parêzgehên Iraqê dengdana taybet a hêzên ewlehiyê û koçberan ya ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan destpê kir. Dengdan heta saet 18:00’an berdewam kir.

Li tevayî parêzgehên Iraqê 1 milyon 2393 dengder ji hêzên ewlehiyê û zêdetirî 57 hezar dengder li parêzgeha Kerkûkê mafê wan yê dengdanê hebû.

Li gor amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, rêjeya tevlîbûna hilbijartina îro bi vî rengî ye; Li parêzgeha Diyale ji sedî 78, li Wast ji sedî 74, li Dîwaniye ji sedî 77, Zîqar ji sedî 72, Kerkûk ji sedî 75, Besra 71.2, Necef ji sedî 68, navçeya Çemçemal ji sedî 90 û navçeya Koye ji sedî 97’e.

Wê dengdana giştî ya encûmenên parêzgehên Iraqê, ji bilî Herêma Kurdistanê, roja 18’ê Kanûnê di saet 07:00’an de destpê bike û heta saet 18:00’an berdewam bike.