'Binemala Barzaniyan bûye sedema têkdana yekrêziya neteweyî ya Kurdistanê'

"Tunebûna yekrêziyê di nav partiyên başûrê Kurdistanê de her tim zerareke mezin daye berjewendiyên gelê Kurd. Em ê di hilbijartina roja yekşemî de li Kerkûkê berdêleke mezin bidin."

Rojnamevan Ebdula Goran roja çarşemî beşdarî bernameya Ajînê ya Aryen TV’yê bû û li ser hin mijarên girîng nirxandin kirin. Ebdula Goran diyar kir ku tunebûna yekrêziyê di hilbijartinên Kerkûkê de yek ji wan sedeman e ku çarenûsa Kerkûkê dixe nav metirsiyê.

Ebdula Goran der heqê pirsa Kerkûkê de dibêje, “Pirsa Kerkûkê pirseke pir girîng û hestyar e. Civaka Kurdî di gelek serhildanan de yekgirtî nebûye û ev yek jî bûye sedema serneketinê.”

Ebdula Goran li ser tunebûna yekrêziya neteweyî jî got ku sedema vê yekê binemala Barzaniyan û PDK ye.

Ebdula Goran li ser tunebûna yekrêziyê li Kerkûk û Kurdistanê wiha got, “PDK her tim bûye sedema belawelabûna yekîtiya gelê Kurd û bi taybetî jî binemala Barzaniyan naxwaze gelê Kurd yekdeng û yekrêz be. Ji ber ku PDK bûye dardestê welatên dagirker, bi taybetî jî yê dewleta Tirk a dagirker.”

Di berdewamiya axaftinên xwe da Ebdula Goran destnîşan kir ku tunebûna yekrêziyê di nav partiyên başûrê Kurdistanê de her tim zerareke mezin daye berjewendiyên gelê Kurd û got, “Em ê di hilbijartina roja yekşemî de li Kerkûkê berdêleke mezin bidin.”

Ebdula Goran der barê partiyan de got ku ji bilî PDK’yê partiyên din jî bûne dardestê aliyekî din û destnîşan kir ku piştevanên Ereban gelek in, dewletên Ereban li pişt wan in. Lê belê gelê Kurd tenê ye, kes ne dostê gelê Kurd e ji bilî Qendîl û çiyayan.

Li ser jidestdana Kerkûkê di hilbijartina vê carê de ku roja yekşemî dê bê kirin, Ebdula Goran ev tişt anîn ziman: “Berê gava ku Kerkûk di bin desthilatdariya Kurdan de bû, bi taybetî gava ku di bin desthilatdariya her du partiyên desthilatdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû, wan nekarî xizmeta gelê Kerkûkê bikin û vê yekê jî fikar li ba Kerkûkiyan çêkiriye ku eger Kurd vê carê hilbijartinê nebin, hikûmeta Iraqê dê heta Qerehencîrê bê.”

Ebdula Goran behsa dirûşmên PDK’yê jî kir û diyar kir ku siyaseta PDK’yê siyaseteke neteweyî nîn e, berevajî vê yekê tenê dirûşmên wê neteweyî ne. PDK siyaseta binemalî dike.

Rojnamevan Ebdula Goran der heqê Şengalê de jî ev nirxandin kirin: “PDK naxwaze awareyên Şengalê vegerin. Ji ber ku dixwaze di bin desthilata wê de bin û bi kêfa xwe wan tev bigerîne. Bandora tu hêzekê bi qasî bandora hêzên Rojava û PKK’yê li Şengaliyan nebûye, ji ber ku gava ku Şengal hate dagîrkirin, tekane hêza ku Şengalî parastin, PKK bû.”