Cenazeyê Guneş ê HEP’î hat veşartin

Cenazeyê Naîf Guneş ê HEP’î bi girseyî li gundê Beykent ê girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê hat veşartin.

Parlamenterê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Sêrtê Naîf Guneş (67) ku di 14’ê Tîrmeha 1993’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hate girtin, duh li Nexweşxaneya Gozdeyê ya Kûşadasi ya Aydinê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Guneş pêşî bi rêya hewayî anîn Êlîhê. Piştre bi konvoyê ber bi Sertê ve bi rê ketin û di têketina navçeya Misirc a Sêrtê de ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Rêxistina Navçeya Misircê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Guneş ku anîn Mizgefta gundê Beykentê, li vir ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û bi duayan hat veşartin.