Ciwanê Êzidî yê ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin gihişt Şengalê

Ciwanê Êzidî Rojîn Hedad ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibû destê çeteyên DAÎŞ’ê û piştî 9 salan ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû rizgarkirin, gihişt Şengalê. Hedad bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Ciwanê Êzidî Rojîn Hedad Talal (17) yê ji komelgeha Herdan ya Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibû destê DAÎŞ’ê. Rojîn Hedad di 26 Mijdarê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê ve li nêzî Îdlibê hatibû rizgarkirin û radestî Mala Êzidiyên Rojava hatibû kirin. Rojîn Hedad piştî 9 salan îro gihişt Şengalê û ji aliyê malbata xwe û Rêveberiya Şengalê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Oldarên Şengalê Navendek li Geliyê Kersê vekir. Navenda Desteya Oldaran ku di cejna Êzî de vebû, bi destê Rojîn Hedad Talal ê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgarbû, hat vekirin.

Malbat, Rêveberiya Xweser, namzetê PADÊ Qasim Keşko û Oldarên Êzidî pêşwazî li ciwanê Êzidî kirin. Jin jî bi tilîlî û belavkirina şekrokan pêşwazîkirin.

Ji aliyê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ve peyamek hate dayîn.

Nayîf Şemo di serî de Cena Rojiyên Êzî li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got: ”Bi saya şervanên me civanek me ji taritiya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bû. Em hêvî dikin, hemû rojên me bi cejin û xweşî derbas bibe û hemû dîlgirtiyên me bên rizgarkirin û vegerin malên xwe.”

Şemo da zanîn ku niha keç û xortên Êzidî xwe rêxistin kirine û axa xwe diparêzin û got: “Îro bi amadebûna wî ciwanê me ku ji destê çeteyan rizgar bûye, navenda desteya Oldaran tê vekirin. Ev bi xwe ji bo herkesî peyamek girîng e. Em Cejna Êzî, vekirina navenda Oldaran û azadkirina ciwanê xwe li tevahiya gelê xwe pîroz dikin.”

Dayika Rojîn Helo Qûlo jî spasiya Hêzên Rojava kir û daxwaz kir hemû kesên di destê DAÎŞ’ê de bên rizgarkirin.