PKK modela jiyaneke azad e

Du gerîlayên jin Berçem Herekol Şîrvan û Seher Çagla ku barê şoreşê hildan ser milên xwe, di hevpeyvîna ku berî şehîd bikevin de dabûn, diyar kirin ku PKK modela jiyaneke wekhev e.

Du fermandar, 2 gerîlayên jin ên pêşeng Berçem Herekol Şîrvan (Nefîse Ongulu) û Seher Çagla Ayten Gunerî) ku bi israr di xeta azadiyê de meşiyan, barê şoreşê hilgirtin ser milê xwe û li gorî vê yekê li ber xwe dan. Herdu gerîllayên jin ên ku bi salane di nava tevgera azadiyê de berxwedaneke mezin nîşan dan, di wê baweriyê de ne ku PKK êdî tevgereke gerdûnî ye û wê roj bi roj mezintir bibe.

Şehîd Berçem Herekol her gav ji welatê xwe re dilsoz e û yek ji wan pêşengên tekoşîna azadiyê ye. Gerîla Berçem Herekol, di hevpeyvîna ku berî şehîd bikeve dabû, wateya PKK’yê ya di nava dilê xwe de wiha rave kiribû: "Pênaseya PKK’ê ne hêsan e. Gelek wateyên PKK’yê hene. Ez dizanim ku ez hîn jî nikarim hestên xwe û dilsoziya partiyê bi tevahî eşkere bikim. Di rastiyê de, min gelek caran meraq dikir ka gelo li derveyî partiyê ji bo heqîqet û azadiyê cihên ku wisa têdikoşin hene. Min tu têkoşînê di vê astê de nedîtiye. Di dîrokê de gelek tevgerên ku bingeha wan azadî ye pêk hatine lê bi demê re di ciheke teng de asê mane. Tevgera PKK’ê ne wisa ye. Hem di fikara azad de bi israr e hem jî weke têkoşîn hemû mirovahiyê di nav xwe de dihewîne. Kes nikare înkar bike ku partiya me û tekoşîna me ne gerdûnî ye. Wekî tevger, ew bûye hêviya hemû mirovahiyê.

NAVENDA RONAKBÎRIYÊ

Helbet pênasekirina wê tenê weke partiyekê dê kêm bimîne. PKK modela jiyaneke azad e. Bi tenê weke tevger pênasekirina wê dikare rastiya rêxistinê teng bike. PKK di heman demê de navenda ronakbîriyê ye. Li dijî pergala baviksalarî şêweya jiyaneke nû ye. Hemû nirxên ku ji civakê hatine dizîn û di tariyê de mane bi PKK’ê re derdikevin holê. Ji ber vê yekê rastiya PKK’ê dema ku kesên ji tarîtî, koletî û qirêjiyê rizgar bûne çûn qadên ku azadî û pakî lê hebû, pêk hat. PKK ji bo min nirxek e ku li tu derê nayê dîtin. Ez di wê baweriyê de me ku gelek kesên ku tevgera PKK’ê nas nakin an jî şaş fam dikin, bi gelek pirsan re rûbirû ne. Ji ber ku PKK bi pêbaweriya xwe tê naskirin. Çiqas zor û zehmet be jî PKK’yiyan tu carî dev ji doza xwe bernadin. Ji destpêka tevgerê ve ev rewş heye. Partiya me ev yek ji hemû cîhanê re îspat kiriye. Min ji derveyî jiyana PKK'ê rêyeke azadiyê nedît. Min ev yek di gavên xwe yên yekem de jî dît. Bi demê re, min fêm kir ku ez ne xelet bûm. Min bi vîna xwe ya azad jiyana nû hilbijart û xwe di nava PKK’ê de dît.”

RUHÊ FEDAYÎ

Yek ji wan gerîlayên ku li ser xeta fedayî şer kir û şehîd bû jî Seher Çagla (Ayten Gunerî) ye. Gerîla Şehîd Seher Çagla Jiyan di hevpeyvîna ku beriya şehadeta xwe de dayî, ev tişt anîbû ziman: “Ji avabûna PKK’ê vir ve ruhê fedayî her tim li pêş bû. PKK di eslê xwe de li ser vî ruhê fedaî ava bûye. Lewma tevî hemû êrîşan jî roj bi roj mezintir bû. PKK tevgereke ku bi hezaran fedaî tê de hene. Min îro li dîmenên şehîd Andok temaşe kir û ez pir di bin bandora wê da mam. Ev yek bû sedem ku ez careke din lêpirsîna xwe bikim.

RONIYA HEVRÊYÊN ME RÊYA ME RONÎ DIKE

Şehîd Andok dibêje, 'Jiyana li ser serkeftinê asê bûye jiyana herî watedar e.' Ma ez ê bikaribim kesayeta xwe di vê astê de watedar bikim? Ma ez ê bikaribim her kêliya jiyana xwe bi serfiraziyê tacîdar bikim? Min ev pirs ji xwe kirin. Rêber Apo di nirxandineke xwe de dibêje, 'Piştî Zîlanan negirîn, çalakiyên xwe bikin şêwazê jiyanê'. Ev gotin rêya têkoşînê diyar dikin. Ya girîng ew e ku rastiya van hevalan were fêmkirin û şopa wan neye berdan. Şehîdên Apoyî tu carî mirineke hêsan qebûl nekirin û bi ser ketin. Bi çalakiyên xwe mirinê kuştin û xwe nemir kirin. Ez ê li ser şopa van hevrêyên fedakar bimeşim. Ronahiya wan rêya me ronî dike.”