Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin

Li Sêrtê endamên PM’ê yên DEM Partiyê û Hevserokên DBP’ê yên bajêr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hatiye destpêkirin, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Ferhat Başkûrt, Mûazzez Bûlga, Endamên PM’ê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM) Masallah Erbey û Ahmet Îstek, Hevseroka Partiya DEM’ê ya navçeyê Rahîme Kaysi, Rêveberên Rêxistina Partiya DEM’ê ya Sertê Takyedîn Alver, Kiymet Mût, bernavzeda Hevşaredariya Sêrtê Elîf Akan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.