PKK’ê peyameke pîrozbahiyê weşand: Gerîlayên Fedayî yên Apoyî têk naçin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya operasyonên şoreşgerî yên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeran pêk anîn, peyameke pîrozbahiyê ji Fermandara Biryargeha NPG’ê re şand û got: “Serketin wê ya şervanên azadiyê be.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya operasyonên şoreşgerî yên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Xakurkê, Metîna û Zapê pêk anîn, bi peyameke pîrozbahiyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) pîroz kir.

Peyam bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di navbera 22-24’ê Kanûnê de li Xakurkê, Metîna û Zapê çalakiyên serketî pêk anîn. Mîna di salvegera 45’an a partiya me de, di dawiya sala 2023’an a mîladî de jî yek ji derbeyên herî giran li dijminê faşîst-qirker xistiye. Ev çalakî di şert û mercên zehmet ên zivistanê de pêk hat û derbeya herî giran li faşîstan xist. Van çalakiyan dewleta Tirk a dagirker-qirker û hêzên li pişt wê qehirand, lê moral û kelecaneke mezin jî daye gelê me yên welatparêz û dostên me yên demokratîk; hêvî û baweriya serketinê xurt kiriye. Hêzeke gelekî mezin tevlî Pêngava Azadiyê ya Kûreyî kir ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dimeşînin. Bi rastiya ku sîstema mêtinger-qirker hildiweşe, Gerîlayên Fedayî yên APOyî hêza xwe car din nîşanî dost û dijmin kir.

Di şexsê we de em serketinên dîrokî yên fermandar û şervanên HPG û YJA Starê ku di van çalakiyên dîrokî de xwedî ked in pîroz dikin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û hêvî dikin ku ev çalakiyên serketî ku siberoja azad gav bi gav ava dike, dewam bikin. Bi vê baweriyê em we û hemû hêzên xwe yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wêrekî li ber xwe didin, bi ruhê hevrêtiya Apoyî silav dikin.

Serketin wê her tim a şervanên azadiyê yên fedayî be.”