Nasnameya şehîd Êrîş Rojhilat hate eşkerekirin

HPG’ê got: “20’ê Cotmeha 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Dersimê de hevrêyê me Êrîş şehîd bû. Hevrê Êrîş bi hevrêtî û mîrateya xwe ya têkoşînê bû nirxekî azadiyê ku wê her tim ji me re bibe mînak.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya dayî de, wiha got: “20’ê Cotmeha 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Dersimê de hevrêyê me yê hêja û mîlîtanê Apoyî Êrîş Rojhilat şehîd bû.

Hevrêyê me Êrîş li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, mîna her ciwaneke Kurd ê bi rûmet rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart. PKK û gerîlayên azadiyê weke navnîşana berxwedanê dît û bêyî teredut tevlî bû. Tevlîbûna xwe li ser xeta fedayîtiyê domand û di her kêliya ku nefesê distîne de, armanc kir ku bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me. Hevrêyê me bi sekna xwe ya mîlîtanî gihişt vê armanca xwe.

Di her xebata ku têde cih girtî û li her deverê esas girt ku bibe parêzvanê jiyana Apoyî. Hevrêyê me Êrîş bû xwedî jiyaneke bi vî rengî û bi kesayeta xwe ya bi cewher ji me re bû mînak. Di serî de malbat û gundê Vartînîsê ku zarokekî wiha hêja bi têkoşîna gelê me ya azadiyê dan qezenckirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyê me yê şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Êrîş Rojhilat

Nav û Paşnav: Nûrî Elçî

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik – Bav: Muzeyyen – Abdûrrahman

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Cotmeha 2023’an / Dersim

Hevrêyê me Êrîş li gundê Vartînîs ê girêdayî Mûşê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me bi çand û terbiyeya ku ji malbata xwe wergirtî, mezin bû. Li derdora xwe dihat hezkirin û mirovan nirx didayê. Gundê wî Vartînîs ji ber welatparêziya xwe ji aliyê dijmin ve hate şewitandin û ji xizmên wî yên nêz 9 kes hatin qetilkirin. Ev yek her tim di bîra hevrêyê me Êrîş de zindî ma. Hevrêyê me ji ber vê yekê li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Pir zû partiya me PKK nas kir ku li dijî vê rastiya dijmin têdikoşe. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlî nava refên gerîla bûne û şehîd bûne, hevrêyê me Êrîş pir bandor dibe û ev yek bû sedem ku bibe dilsozê Partiya me. Hevrêyê me Êrîş dema li dibistanên dewleta Tirk dixwend ji mamosteyên xwe yên faşîst, nêrîna dewletê ya derbarê Kurdan hîn baştir fêm kir û rastiya dijmin hîn bêhtir fêm kir. Di heman demê de ji bo tevlêkariya li debara malbata xwe bike, çû metropolên Tirkiyeyê. Li metropolan hevrêyê me ev rastî hîn zelaltir dît. Li aliyê din jî ji jiyana sexte ya sîstema kapîtalîst ku mirov ji cewherê mirov dûr dike, ket nava nakokiyan. Hevrêyê me ji bo bersiva nakokiyên xwe bibîne, hem ket nava lêgerînan û hem jî hevalên xwe re ket nava nîqaşan û lêhêrbûn kir. Fêm kir ku bersiva ew lêdigere, di rastiya PKK’ê û Rêber Apo de ye. Di heman pêvajoyê de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava êrîşên xwe zêde kirin û li dijî gelê me yê li Rojava û Şengalê ket nava hewldana komkujiyan, ev yek bû sedem ku hevrêyê me Êrîş bikeve nava biryardariyê. Hevrêyê me Êrîş sala 2015’an zanîngeha ku dixwend dest jê berda, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

DI JIYANA PKK’Ê DE BÛ XWEDÎ WATEYEKE MEZIN

Hevrêyê me Êrîş di pêvajoyeke wisa de tevlî nava refên gerîla bû ku şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê pir dijwar bû. Bi perwerdeyên destpêkê ji bo fêrbûna jiyana gerîla û çiyê zehmetî jiyan nekir. Hevrêyê me Êrîş PKK weke deriyekî azadiyê û qutbûna ji sîstema kapîtalîst nirxand. Lewma di jiyana PKK’ê de bû xwedî wateyeke mezin. Bi perwerdeyên ku dîtî bandora sîstemê ya li ser xwe, derbas kir. Hevrêyê me hingî ku xwe ji sîstemê paqij kir, xwe hîn bi nirxtir hîs kir. Di pêvajoyeke dijwar de tevlî nava refên gerîla bû, lewma armanca wî ya sereke ew bû ku xwe di warê leşkerî de pêş bixe. Di vî warî de bû xwedî hewldaneke girîng. Bi perwerdeyên ku dîtî, hevrêyê me cîhana xwe ya hîn bi watetir û dewlementir kir. Bi sekin û taybetmendiya xwe y dirûst, sade û dilsozê nirxên azadiyê, hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Ev taybetmendiyên xwe kir zemînê tevlîbûneke hîn bi bandortir. Dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê me li Bakurê Kurdistanê û gelek deverên din komkujî pêk anî û li dijî vê yekê mîlîtanên Apoyî li ser xeta fedayîtiyê derbeyên giran li dijmin xistin. Vê yekê bandoreke pir kûr li ser hevrêyê me Êrîş kir. Lewma hevrêyê me bawer kir ku divê tevlîbûna wî li ser xeta fedayîtiyê be, têkildarî vê yekê hîn zêdetir ket nava lêhêrbûnan. Hevrêyê me bi lêhêrbûnên ku kirî, fêm kir ku fedayîtî şêwazekî jiyanê ye. Bi taybetî di jiyana hin hevrêyên xwe de ev yek bi şênberî dît. Lewma hevrêyê me biryar da ku bi fedayîtî hem tevlî jiyanê hem tevlî şer bibe. Ji bo ku bibe xwendevanekî baş ê şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bû xwedî ked û hewldanekî zêde. Di felsefeya Rêber Apo de kûr bû. Bi perwerdeyên Rêbertî têkildarî fedayîtiyê gavên girîng avêt.

LI HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ PRATÎKEKE SERKETÎ NÎŞAN DA

Hevrêyê me Êrîş ku di gelek qadên şer de cih girt, bi taybet li Qendîlê û li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê û Xakurkê pratîkeke serketî nîşan da. Hevrê Êrîş di serdemên ku êrîşên dijmin zêde bûn de li hemberî van êrîşan tim berxwedaneke bêhempa nîşan da. Hevrêyê me Êrîş dixwest hêrsa xwe ya li hemberî dijmin di çalakiyên xwe de nîşan bide û her tim xwe perwerde dikir û pêş dixist. Bi taybetî di tarz û taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû de pisporbûn û kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ji bo xwe weke armancên sereke diyar kirin. Erkên xwe yên weke milîtanekî Apoyî bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me Êrîş piştî demeke dirêj li qadên şer ma û bi saya kesayeta xwe ya girêdayî nirxên rastî û azadiyê di gelek xebatên cuda û girîng de cih girt û di van xebatên xwe de xwe bi pêş ve bir û pisporbûna xwe berfirehtir kir. Her çend di xebatên xwe de xwedî pratîkeke serkeftî jî bû, ji ber hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker, rû û dilê wî tim ber bi Bakurê Kurdistanê ve bû.

JI BO ME BÛ NIRXEKÎ AZADIYÊ

Li gorî hevrêyê me Êrîş li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedana herî aktîf li Bakurê Kurdistanê dikare bê nîşîandan û ji bo vê yekê  jî bi hêvî, îdîa û biryardariyek mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Êrîş ku li hemberî qirkirinên dewleta Tirk yên li ser gelê me yên li gelek cihan û bi taybetî li Sûr, Cizîr û Nisêbînê tim di nava lêgerîna tolhildanê de bû. Ji bo vê lêgerîna xwe tim bi fedekarî û bê dudilî di nava refên berxawedanê de cihê xwe girt. Mezintirîn xeyala hevrêyê me, gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê bû û şadiya pêkanîna xeyala wî tim li ser rûyê wî xuya dikir. Hevrêyê me Êrîş di 20’ê Cotmeha 2023’an de li qada Dersimê di encama êrîşeke dijmin de şehîd bû û meşa xwe ya şoreşê ya li ser xeta fedayîtiyê temam kir. Hevrêyê me Êrîş bi hêza hevaltiyê ya mezin û mîrasa tekoşînê yên li pey xwe hiştin re, ji bo me bû nirxekî azadiyê.