Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir

Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku bi nizmî li asîmanê Binarê Qendîl û Pişderê digerin, gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm diyar kir ku balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker bi nizmî li asîmanê Binarê Qendîl û Pişderê difirin û got ku herêma Mêdîn ya gundê Enzê yê Binarê Qendîlê hatiye bombebarankirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li herêma ku hatiye bombebarankirin tu ziyan çênebûye.